Nobeta Demokrasiyê ya Mêrdînê: HDP bêdeng nema, namîne!

Li dijî dagirkeriya qeyûm çalakiya nobetê di roja 33'yan de dom kir.

Nobeta Demokrasiyê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê çêbû. Polîsan dora avahiya navçeyê ya HDP'ê pêçan, HDP'yî heta bi Parka Barişê meşiyan.

Li Parkê piştî çalakiya rûniştinê ya bi stran û çepikan Wekîlê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz axivî.

Kaçmaz got, ''Beriya bi 3 salan jî qeyûm anîbûn ser şaredariyan. Îro faşîzma AKP û MHP'ê li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê hêza xwe bi kar tîne. Divê vê zanibin; hikûmetên din jî êrîş bi ser vê vînê de anîne û hewl dane ku biçewisînin lê bi dehan salan e ku têkoşîna vî gelî didome.''

Kaçmaz her wiha got, ''Heta ku meseleya Kurd çareser nebe pirsgirêken vî welatî çareser nabin'' û domand, ''Hikûmeta AKP û MHP'ê li her deverê polîtîkaya şer didomîne. Ev qeyûme ne hiqûqî ne tenê li dijî Kurdan e, li dijî wan hemû bawermendên demokrasiyê ne. Îro li ser rêya ku Mûsa Anter vekirî bi milyonan kes dimeşin. HDP bêdeng nema, namîne,  HDP wê aştiyê bîne Rojhilata Navîn.''

Piştî daxuyaniyê çalakî bi çepik û dirûşmeyan qediya.