Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer ku bi rêya “Lihevkirina Bajar” hatibû hilbijartin, hate girtin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Piştî tayînkirina qeyûm, CHP’ê li pêşiya Şaredariya Esenyûrtê “Nobeta Demokrasiyê” da destpêkirin. Nobet, di roja duyemîn de berdewam kir.
Endamên Meclîsa Şaredariya Esenyûrtê yên CHP’î xwestin saet di 10.00’ê de bikevin şaredariyê. Polîsên ku şaredarî dorpêç kirin, nehiştin endamên meclîsê bikevin hundir. Şandeya CHP’ê diyar kirin ku endamên meclîsê yên AKP’î dikevin hundir lê destûra wan nayê dayin û bertek nîşan dan.
Girseyê li pêşiya berîqetan dirûşma “Heq, hiqûq, edalet” berz kir.
Çalakiya li Qada Esenyûrtê dê heta saet 19.00’ê berdewam bike.