Nobedarên vê hefteyê Kurdistaniyên ji Dusseldorfê ne
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re', ku li ber avahiya Konseya Ewropayê tê girtin, di hefteya 247. de ye. Komek ji Kurdistaniyên ji Dusseldorfê hatin, vê hefteyê nobedê digire.
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re', ku li ber avahiya Konseya Ewropayê tê girtin, di hefteya 247. de ye. Komek ji Kurdistaniyên ji Dusseldorfê hatin, vê hefteyê nobedê digire.
Nobeda ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hate destpêkirin, her hefte ji aliyê komeke nû ve tê girtin.
Nobeda ku hefteya bihurî ji aliyê komek ji bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê ve hate girtin, vê hefteyê ji aliyê welatparêzên Kurd Mehtap Dem, Kemal Dep û Basil Alo yên ji bajarê Dusseldorfê hatine, tê girtin.
Ji çalakgeran Mehtap Dem anî ziman, ku tecrîda il ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar dikin û nikarin qebûl bikin ku ji rewşa wî ya tenduristiyê agahiyan wernegirin. Dem bang li Kurdên li Ewropayê û tevahiya gelê Kurd kir ku xwedî li Ocalan derkevin û hê bi xurtî tevlî çalakiyan bibin.
Ji endamên komê Basil Alo yê ji Rojavayê Kurdistanê bang li ciwanên Kurd ên li Ewropayê kir, ku ji bo azadiya Ocalan tevlî çalakiya nobedê bibin. Basil Alo daxwaza azadiya Ocalan kir.
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' 25'ê Hezîrana 2012'an dest pê kir û bû çalakiya herî demdirêj a Kurdan ku bê navber her roj dewam dike. Heta niha zêdeyî 1.500 kes tevlî çalakiyê bûne. Bi sed hezaran kesî re têkilî hate danîn û agahdarî hate kirin. Çalakî serê sibehê dest pê dike û heta êvarê dewam dike.