BI DÎMEN

Nobedarên vê hefteyê Kurdên ji Rojava ne

Nobeda ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dewam dike, vê hefteyê ji aliyê Kurdên Rojavayî yên ji bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê hatine tê girtin.

Kurdên bi navê Dexîl Silêman, Mihemed Mamo û Mûstafa Îsa yên ji Rojavayê Kurdistanê, ji roja Yekşemê û vir ve li ber avahiya Konseya Ewropayê nobeda azadiyê digirin.

Çalakgeran nobed ji jinên endamên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) dewr girtin û dan xuyakirin, ku bi çalakiya nobedê re ew dixwazin vîna gelê Kurd temsîl bikin. Endamên komê diyar kirin, êrîş li Ocalan tên kirin ji ber ku ew vîna gelê Kurd temsîl dike û gotin, wê pêşî li êrîşên faşîzma AKP'ê û Erdogan bê girtin.

Çalakgeran bal kişandin ser êrîşên li Şengalê û destnîşan kirin, yên hevkariyê bi dijminê gelê Kurd dikin, wê têk biçin. Nobedaran gotin, "Hêviya ji Barzanî û hêviya ji Erdogan yek e."

Çalakgeran dan xuyakirin, ku divê gelê Kurd Lozanê ji bîr neke, li her derê têbikoşe û di referandûmê de bi dengekî bilind ê 'NA' bersivê bide.

Nobeda Azadiyê, ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve bênavber her roj tê girtin. Çalakî li taxa Strasboûrgê tê lidarxistin, ku tevî avahiya Konseya Ewropayê, avahiyên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê û Parlamenta Ewropayê lê ne.