Nobedarên vê hefteyê koma ji Berlînê ye

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê ku kete hefteya 383'an, vê hefteyê bi koma ji paytexta Elmanya Berlînê didome.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasbourgê dest pê kir bi biryardarî didome. Çalakî bi tevlîbûnên nû didome.

Koma vê hefteyê ji Berlînê ye ku ji Mervan Aykal, Hasan Çatal û Davût Baş pêk tê. Koma ji Berlînê helwesta bêdeng a Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) a li pêşberî tecrîdê bi tundî rexne kir.

Çalakgeran diyar kirin ku zilm li Ocalan û gelê Kurd tê kirin û gotin, "Em Kurd daxwaz edaleteke rasteqîn dikin. Saziyên ku di her mijarê de çareseriyê pêşkêş dikin dema mijar dibe Kurd û Ocalan bêdeng dimînin."

Di daxuyaniya çalakgeran de hate destnîşankirin ku gelê Kurd wê li dijî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe bide û gotin, bêdengiya civaka navneteweyî li pêşberî dagirkeriya li Rojava nayê qebûlkirin.