Nobeda li Îzmîrê: Em ê têkoşîna xwe mezin bikin

Nobeta li Îzmîrê ya li dijî desteserkirinê di roja 14’emîn de didome.

NOBETA LI DIJÎ DESTESERKIRINÊ

Nobeta li Îzmîrê jî aliyê partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ve hatiye destpêkirin di roja 14’emîn de berdewam kir. Nûner û rêveberên partiyan û rêxistinên sivîl û gelek kes tevlî nobetê bûn û dirûşm berz kirin.

Rêveberê DEM Partiya Îzmîrê Hacay Yilmaz axivî û destnîşan kir ku ew li dijî zîhniyeta qeyûm ku talanê dike li kolanan e û ew ê her li dijî qeyûm û her cure neheqiyên desthilatdariyê li kolanan bin.

Nûnerê Partîzana Îzmîrê Mehmet Kasar jî diyar kir ku li dijî gelê Kurd polîtîkayek taybet tê meşandin û ew ê li dijî her zextên li ser gelê Kurd û li dijî qeyûman di nav berxwedanê de bin û têkoşîna xwe mezin bikin.

Piştî axaftinan çalaki bi dawî bû.