Nobeda Azadiyê ji aliyê dayikên Kurd ên TJK-E'yî ve tê girtin
Nobeda Azadiyê, ku li ber avahiya Konseya Ewropayê tê girtin, di hefteya 232. de ji aliyê dayikên şehîdan û endamên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ve tê girtin.
Nobeda Azadiyê, ku li ber avahiya Konseya Ewropayê tê girtin, di hefteya 232. de ji aliyê dayikên şehîdan û endamên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ve tê girtin.
Nobeda ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, vê hefteyê ji aliyê dayikên kurd Rabîa Nas, Diya Hozan, Seyran Yildirim û Hêlîn Amed ve tê girtin.
Dayikên Kurd ji roja Yekşemê û vir ve, tevî hewa cemidî ku carna dadikeve 3 pile li binê sifirê, ji serê sibehê heta êvarê nobedê digirin.
Li ser navê koma TJK-E'yî Hêlîn Amed axivî û diyar kir, mirovên li derdorê bi baldarî çalakiya wan dibin û ew jî li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd û têkoşîna azadiyê agahiyan didin.
RABÎA NAS: BILA NEBÊJIN BI GIRTIN Û KUŞTINA ZAROKÊN ME DIKARIN ME BIQEDÎNIN
Çalakgeran bi navê Rabîa Nas, ku du zarokên wê di nava refên têkoşîna azadiyê de şehîd bûye got, "Heta ku Tirkiye, dewletên Ewropa û DYA tecrîda li ser Rêberê me rakin, azad bikin û li dora maseya muzakereyê rûnên, ev çalakiya me wê dewam bike. Têkoşîn û şerê me ne li dijî mirovan e. Em li dijî sîstem û dewleta faşîst a li Tirkiyeyê şer dikin."
Dayika Rabîa li ber polîtîkayên qirkirinê yên Tayyîp Erdogan rabû û destnîşan kir, divê Erdogan û dewlet li dora maseyê rûnên û nîqaş bikin, bê kî mafdar e, hî nemafdar e.
Rabîa Nas da xuyakirin, divê kes xwe nexapîne ku bi girtin û kuştina ewladên wan dikarin wan biqedînin û anî ziman, li şûna her kesekî dîl tê girtin, gelek kes têkoşînê didomînin.
Dayika Rabîa banga yekîtiyê li Kurdên her çar parçeyan kir û di serî de Mesûd Barzanî ji rêveber û siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê jî xwest, li gorî berjewendiyên gelê Kurd siyasetê bikin.
SEYRAN YILDIRIM: SEROKÊ ME DIL, RUH Û CANÊ ME YE
Dayika Kurd Seyran Yildirim ji bajarê Bochûm ê Elmanyayê hatiye û got, ew dixwaze daxwaza azadiya Ocalan ji tevahiya cîhanê re ragihîne.
Seyran Yildirim da zanîn, ku ew dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi ti awayî qebûl nakin û got, "Serokê me dil, mejî û ruhê me ye. Ew ne azad be, kes ji me ne azad e. Ew azad bibe, wê Kurdên li çar parçeyan azad bibin."
Yildirim bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî û got, "Bila qet kêfa Erdogan neyê, ku bi vî rengî dikare Kurdan biqedîne. Kurd êdî ne Kurdên beriya 100 salî ye. Heta em sax bin, em ê têkoşîna xwe bidomînin."
'BILA EWROPA BÊDENG NEMÎNE'
Diya Hozan jî, ku keç û kurekî wê di nava têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest daye, tevî emrê xwe yê dirêj jî, tevlî nobeda azadiyê bûye.
Dayika şehîd bang li dewletên Ewropayê kir, ku dawî li têkiliyên li ser bingeha berjewendiyan ên bi faşîzma Erdogan û dewleta Tirk re bînin. Dayikê ji Ewropayê xwest, ku li pêşberî operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî Kurdan bêdeng nemîne.
Nobeda ji Ocalan re Azadî, ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve ev 232 hefte ne bênavber li ber avahiyên Konseya Ewropayê û CPT ên li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dewam dike.