Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' di hefteya 386'an de ye

Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan ku li bajarê Strasbourgê yê Fransayê pêk tê bi biryardarî di hefteya 386'an de didome.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku her hefte Kurdên ji bajarekî Ewropayê dimeşîne, li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasbourgê didome. Çalakgerên hefteya derbasbûyî komek ji eyaleta Sachsen a Elmanyayê bûn. Nobedarên vê hefteyê jî komek ji Kurdistaniyên li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê ye.

Kawa Kalan, Savaş Butkul, Huseyîn Tekîn û Şivan Rojava wê hefteyekê nobedar bin. Bi navê komê daxuyaniyek bi raya giştî re hate parvekirin û hate gotin, tecrîdkirina Ocalan cihê fikarane. Çalakgeran bal kişandin ser girîngiya Ocalan ji bo Kurdan û destnîşankirin ku çalakiya wan wê heta azadiya Ocalan bidome.

Çalakger der barê jiyan û têkoşîna Ocalan raya giştî agahdar dikin.

Ji komîteya amadekar a çalakiyê Zulfu Bîngol jî bi bîr xist ku Kurd havînê û zivistanê her roj çalakiyê dikin û ev yek jî bandoreke erênî li derdorê dike. Bîngol diyar kir ku çalakger bi broşur û belavokan hewl didin qala Ocalan bikin.