Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' bi koma ji Bernê dewam dike

Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê pêk tê, di roja 347'an de ye.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku çalakiya herî demdirêj a Kurdên li Ewropayê ye, bi komên nû dewam dike. Çalakiya ku hefteya bihurî ji aliyê koma ji bajarê Bonnê yê Elmanyayê hate meşandin, vê hefteyê ji aliyê 3 kesên ji bajarê Bernê yê Swîsreyê hatin ve dewr hate girtin.

Kurdistaniyên bi navê Ekrem, Resûl û Erkan nobeda vê hefteyê dewr girtin û wê li ser jiyan û nêrînên Ocalan raya giştî agahdar bikin.

Bi navê koma ji Bernê daxuyaniyek hate dayin û işaret bi girîngiya pêvajoya heyî ji bo gelê Kurd hate kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, berxwedana grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdê ji bo gelê Kurd pêvajoyeke bi rûmet e û hate gotin, nabe ku Kurd li pêşberî vê yekê bêdeng bimîne.

Çalakgeran bal kişandin ser bêdengiya welatn dinyayê û diyar kirin, bêdengiya Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) ne ya qebûlkirinê ye.