Nivîskara femînîst Gargallo peyam ji Leyla Guven re şand

Nivîskara femînîst Francesca Gargallo ji bo piştevaniyê peyam ji Leyla Guven re şand û got,''çalakiyeke mezin a wêrekiyê ye''.

Nivîskara femînîst a bi eslê xwe ji Meksîkayê ye, Francesca Gargallo ji bo Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku ev 92 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de peyama destekdayinê şand.

'TU BI BÎRA ME DIXÎ KU EM DIVÊ LI DIJ RABIN'

Gargallo di peyama xwe de wiha got:

''Leyla, jiyana te ji bo femînîstan girîng e. Çimkî tu bi bîra me dixî, li gel redkirina êşkence, tecrîda li girtîgehê û mafê jiyanê ya bi aştî, her wiha ji bo ku em li dij zilamserweriyê derkevin divê em bedana xwe bidin ber mirinê. Ji bo azadiya girtiyekî ku ji mirovan re bûye hêvî, bi greva birçîbûna jiyana xwe dane ber rîskê, çalakiyeke mezin a wêrekiyê ye.''