Bavê girtiyê bi navê Umut Savaş Koçyigit, Alî Koçyigit ê ku bi telefonê bi kurê xwe ra axivî her wiha girtina binpêkirinên mafan parve kir. Her wiha da diyarkirin bi ruxmê ku li ser wan nîşaneyên koronavîrûs (Covîd-19) hene jî ew nayên tedawî kirin.
Koçyigit got; “Em nizanîn bi grîbê ketine yan vîrûsê em girtine” û anî ziman ku di quwuşekê de em 26 kes dimînîn û li ser hemûyan jî nîşaneyên vîrûsê hene. Koçyigit got: “Hefteya derbasbûyî du hevalên me yên bi grîbê ketîn heta niha jî qirika wan diêşe. Va 3 roje ez jî nexweşbûme, hinek hevalên me 4,5,6 û 7 rojin nexweş in. Hevalê me yê ku va 7 roj e nexweş me şande revîrê. Ji bo wî gotine nexweşiya sermayê ye. Tiştek bi wî ne kirine. Em hertim belxemê diavêjîn. Di nava belxemê de xwîn jî heye. Germahî û recifîn jî heye. Em nizanîn çi bi me hatiye, em ê biçin nexweşxaneyê çi bikin. Li vir bi me re eleqeder nebûn. Her roj ji bo hejmarê 4 an 5 gardiyan dikevin qawuşa me.”
Alî Koçyit ji bo kurê xwe û girtiyên din fikarên xwe anî ziman ku avêtina belxema bi xwîn ya girtiyan, ta û kulik wî ditirsîne. Her wiha Koçyigit got: “Gelek xemsarî heye di girtîgehan de. Girtiyên siyasî bi vekirî terkî mirinê hatine kirin.”