Li Wan, Milazgir, Colemêrg, Manîsa, Amed, Silopî, Sêrt, Misirce, Farqîn, Nisêbîn, Şirnex, Cizîr û Qoserê bi hezaran welatiyan nimêjên înê kirin. Di weazan de hate diyarkirin ku, tu mafên gelê Kurd nayên nasîn û hate xwestin ku operasyonên siyasî û zextên li ser gelê Kurd pêk tên bi dawî bibin.
Li Wanê li înşata otoparka Şaredariya Wanê, Milazgirê li avahiya Rêxistina BDP'ê, Colemêrgê li avahiya BDP'ê, navçeya Turgutlu ya Manîsayê li avahiya BDP'ê, Amed li Suka Binerd ya Selahattîn Eyyubî ya li Derê Çiya, Silopiyê li qada vala ya li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Silopiyê, Sêrtê li avahiya BDP'ê, Misircê li avahiya BDP'ê, Farqînê li Mala Şînê ya Navendê, Nisêbînê li baxçeyê Navenda Çandê ya Mîtannî û navçeya Cizîr û navenda Şirnexê û navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî bi hezaran welatiyan nêmêjin înê kirin.
Di nimêjan de melayan bi kurdî weaz dan û bertek nîşanî operasyonên siyasî yên li dijî siyasetmedarên Kurd pêk tên dan û wiha gotin: "Operasyon bi armanc gelê Kurd tune bikin pêk tên. Tu mafên gelê Kurd nayên nasîn. Êdî bi dawî li operasyon û zextên li ser gelê Kurd pêk tên bi dawî bibin." Piştî weazan nimêj hatin kirin.