Nicole Gohlke: Min ji bo Kobanê ala PKK'ê vekir

Nicole Gohlke: Min ji bo Kobanê ala PKK'ê vekir

Parlamentera Elmanya Nicole Gohlke, ku di dema xwepêşandana piştevaniya Kobanê de ji ber ala PKK'ê vekir destlênedana wê hat rakirin got, "Qedexeya PKK'ê ya li Elmanya û lîsteya rêxistinên terorîst a YE, karê berxwedêrên li Kobanê zehmet dikin." Li gorî Gohlke ya ji ANF'ê re axivî, li gel têkoşîna PKK'ê ya li dijî DAIŞ'ê, israra di qedexeya PKK'ê de karesaeteke siyasî ye.

Endama Meclîsa Federal Nicole Gohlke, di xwepêşandana piştevaniya Kobanê ya 18'ê Cotmehê ya li Munchenê de, ala PKK'ê vekiribû û helwesta Elmanya ya li hemberî PKK'ê protesto kiribû. Gohlke gotibû, "Di binê vê alê de têkoşîna azadî, demokrasî û mafên mirovan hat dayîn. Ji Hikûmeta Federal dixwazim ku êdî vê alê krîmînalîze neke." Lê belê polîsan ala di destê Gohlke de je stendibûn û agahiyên nasnameya wê nivîsandibûn.

Piştî hefteyekê, ji bo pêşî li lêpirsîna der heqê wê de tê meşandin bê vekirin, mijar ket rojeva Meclîsa Federal. Di hefteya derbasbûyî de Komîsyona Destlênedanê ya meclîsê biryar da ku mafê destlênedana Gohlke rake.

Gohlke, qedexeya li hemberî PKK'ê, detayên bûyera li Munchenê, biryara destlênedanê, siyaseta Elmanya ya li hemberî Kurdan û berxwedana Kobanê ji ANF'ê re nirxand.

LI DIJÎ QEDEXEYÊ DIVIYABÛ DIJDERKETINEKE SIVÎL BIHATA KIRIN

Em bûyera 18'ê Cotmehê ya li Munchenê ji we guhdarî bikin. We çima ala PKK'ê hildan?

Di 18'ê Cotmehê de li meydana Rindermarkt a bajarê Munchenê, bi armanca piştevaniya Kurdên li Kobanê şer dikin, xwepêşandanek hat lidarxistin. Yek ji axaftvanên xwepêşandanê ez bûm. Di dawiya axaftina xwe de min ji hikûmeta Elman a Federal xwest, ku dawî li krîmînalîzekirina PKK û organîzasyonên nêzî wê bîne. Bi dîtina min divê qedexeya PKK'ê bê rakirin, lewma min ala PKK'ê rakir. Xwepêşandêran jî reaksiyonek erênî nîşan dan û dirûşmên 'Bila qedexeya PKK'ê bê rakirin' qîriyan. Polîs û hêzên ewlekariyê yekser dest werdan û nasnameya min ji min stendin. Polîsan temekê kurt ez ragirtin û dest danîn ser ala PKK'ê ya di destê min de.

Ji ber xwe ve rû da, yan jî we berê plan kiribûn?

Du roj berî xwepêşandanê, ez li ser axaftina xwe ya li xwepêşandanê fikirîm. Min texmîn kir ku daxwaza ji bo rakirina qedexeya PKK'ê wê girîng be. Ji ber ku bi taybetî helwesta tund a polîsê Bayern û Munchenê ya der heqê qedexeyê de tê zanîn. Min encamên aksiyoneke bi vî rengî ji berê ve texmîn dikir. Ji bo bala raya giştî bikşîne ser nîqaşên qedexeyê, diviyabû çalakiyeke dijderketineke sivîl bihata kirin. Xwepêşandêran erênî pêşwazî kirin. Lê polîsan bi lez û bez dest werdan.

BIRYARA DESTLÊNEDANÊ PEYAMEKE BI PIRGIRÊK E

We biryara rakirina mafê destlênedanê çawa pêşwazî kirin? Hûn matmayî man?

Min mijara destlênedanê hesab kiribû. Rakirina mafê min ê destlênedanê ji aliyê Komîsyona Destlênedanê ya Meclîsa Federal ve hat rakirin û ev biryar hat erêkirin. Bi vê biryarê re Dozgeriya Munchenê wê der heqê min de karibe bikeve nava tevgerê. Min ev hesab kiribû. Der heqê hevalên min ên din ên li nava koma Partiya Çep de, beriya niha jî heman biryarên siyasî hatibûn wergirtin, ez li bendê bûm ku heman tişt bê serê min jî. Ev biryar ji bo derve peyameke neyînî ye û bicihanîna qedexeyê ferz dike. Peyamek xwedî pirsgirêk e. Bi hefteyan em di medya, raya giştî û meclîsa federal de, rewşa dramatîk a Kurdan a li Rojava û Kobanê nîqaş dikin. Li hemberî hebûna mirovên li wir êrîşek tê kirin û li dijî Rojava tê xwestin ku planek bicih were nîn. Di rewşeke bi vî rengî de cezakirina mirovên li gorî qedexeya PKK'ê tevnagerin û dayîna peyameke bi vî rengî, karesateke siyasî ye.

ELMANYA NAXWAZE PKK'Ê WEKE AKTOREKÎ BIBÎNE

Di asta heyî de, hûn polîtîka hikûeta federal a der heqê Kurdan de çawa dibînin?

Bi dîtina min Hikûmeta Federal ji destpêkê ve bi cidî nêzî mijarê nebû. Dema mirov li helwesta hikûmeta federal dinêrin, tiştekî bi vî rengî derdikeve holê; Naxwaze PKK û organîzasyonên nêzî wê mîna aktorekî bibîne. Bi taybetî hewl dide rola li Şengal û Kobanê lîstiye, binixumîne. Li aliyê din dixwaze bi xurtî pêşmergeyan bixe nava tevgerê. Ji ber ku li gorî hikûmetê, destekkirina pêşmerge ya herî hêsan e. Di heman demê de hikûmet lîstika Kurdê baş û Kurdê nebaş dilîze. Lê li ser rûyê erdê kar bi awayekî cuda dimeşe û ev yek jî rê li ber pirsgirêkek cidî vedike. Yên ku li Şengalê Êzidî parastin û ew rizgar kirin PKK û hêzên bi wê ve girêdayî bû. Yên ku niha li Kobanê li dijî DAIŞ'ê şer dikin jî YPG û YPJ'yî ne. Beriya her tiştî min xwest balê bikşînim ser vê nakokiyê.

QEDEXEYA LI SER PKK'Ê KARÊ BERXWEDÊRÊN LI KOBANÊ ZEHMET DIKE

Bi dîtina we qedexeya li ser PKK'ê, di rewşa heyî de zerareke bi çi rengî dide Kurdan û bi taybetî jî dide demokrasiya Elman?

Qedexeya li ser PKK'ê beriya her tiştî, bandorek neyînî li berxwedêrên li Kobanê dike. Cihgirtina navê PKK'ê di lîsteya rêxistinên terorîst a Yekîtiya Ewropayê (YE) ku cihê nîqaşê ye, karê berxwedêrên li Kobanê zehmet dike. Qedexeya li ser PKK'ê bi awayekî neyekser bandorê li têkoşîna li wir dike, ji ber ku alîkariya ji bo têkoşêrên li dijî DAIŞ'ê asteng dike. Qedexeya PKK'ê qedexeya xebatê ye. Yanî tê xwestin ku li pêşiya azadiya ramanê û mafê siyasetê yê mirovan, bibin asteng. Kurd bi vê qedexeyê de hatin krîmînalîzekirin. Di heman demê de bû faktorek ku ahengiya Kurdan a li Elmanya jî asteng kir. Dema mirov li demên berê temaşe dikin, dibînin ku di dawiya salên 90'î û destpêka salên 2000'î de Kurd di navga raya giştî û çapemeniyê de weke terorîzmê dihat dîtin. Bi taybetî rojnameya Bild, mîna weşanên çapemeniya Tirk ev yek nîşan dida. Yanî li gel astengkirina xebatên siyasî, pêşî li azadiya mirovan jî asteng e.

Em weke Çep a Elman jî, ketin bin bandora vê qedexeyê. Ji ber daxwazên me, em jî dikevin rewşeke gumanbar. Mînak; ji ber daxwazên xwe yên ji bo Kobanê, em niha di rewşeke gumanbar de ne. Ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin.

DIVÊ JI ELMANAN RE MODELA ROJAVA BÊ VEGOTIN

Herî dawî dixwazim vê bipirsim; Ji bo Kobanê divê çi were kirin?

Bi dîtina min ya herî girîng ji bo Kobanê bê kirin; zêdekirina zextên li ser Tirkiyeyê ye. Em ê jî ji bo hikûmeta Elman zextê bike, bixebitin. Li gorî agahiyên min ji herêmê wergirtiye; Eger heta niha ji aliyê desteka leşkerî û însanî ve Tirkiyeyê sînorê xwe vekiribûya, wê Kurd ji mêj ve bi ser biketibûna. Li aliyekî, ji bo derbasbûna şervanên PKK'ê û alîkariyên însanî divê korîdor bê vekirin, lê aliyê din jî pêwîste sînorên Tirkiyeyê li DAIŞ'ê bên girtin. Bi dîtina min li herêmê têra xwe çek heye. Her wiha divê em bişopînin ku çek digihêje aliyê rast yan na. Li gorî min, eger Tirkiyeyê destûra vekirina korîdorê bida, wê ji aliyê leşkerî ve heta niha bi dawî bûya.

Her wiha ji bo ev mijar di ajansa siyasetê de neyê jêbirin divê em bixebitin, mijarê timîn di rojevê de bihêlin. Pêwîste li ser têkoşîn û çarenûsa mirovên li wir, her tim nûçe werin çêkirin. Bİ qasî dibînim, giraniya medya Elman û siyasetê çavê xwe li vê girtine. Eger bi rastî jî demokrasiya li Rojhilata Navîn siyaseta Elman eleqedar dike, divê pêwendiyê nîşanî projeya Rojava bide. Ji ber ku ya tê xwestin li Rojava were bicihkirin, modeleke demokrasiya herêmî ya ji civaka hemû komên olî û etnîkî, pir çandî ye. Ev model dikare ji tevahiya Rojhilata Navîn re bibe mînak. Divê em li ser vê mijarê nêrînan parve bikin û raya giştî ya Elman jî tevlî vê bikin.