'Nêzîkatiyeke dijminane li hemberî girtiyên nexweş tê raberkirin'

Di çalakiyên li sê bajaran hatin lidarxistin de, hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Salman Yildiz, Serhat Karsu û Ufuk Keskîn giran e.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Înîsiyatîfa ji bo Girtiyên Nexweş  Azadî li Enqere, Stenbol û Îzmîrê daxuyanî dan û bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş. 
 
STENBOL 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê her hefteyê çalakiya “Rûniştina F’yê” li dar dixe. Çalakî di hefteya 621’an de li pêşiya avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê hat lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Serhat Karsu yê li Girtîgeha Dumlu ya Erziromê tê ragirtin. Di çalakiyê de pankartên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tedawî maf e nayê astengkirin” hatin vekirin. Her wiha wêneyên girtiyên nexweş û dovîz hatin hilgirtin û gelek caran dirûşmên “Mirov bi mafên xwe mirov e” û “Tedawî maf e nayê astengkirin” hatin berzkirin. 
 
Daxuyanî ji hêla endamê Lijneya Rêveber a ÎHD’ê Ferît Barût ve hate xwendin. Barût got ku tevî hemû hewldanan jî rewşa girtiyên nexweş jinedîtî ve tê, tehliyeya wan tê astengkirin û wiha domand: “Li gorî serlêdanên ji bo komeleya me tên kirin, rayedarên girtîgehan, hinek bijîşkên revîr û nexweşxaneyan û xebatkarên tenduristiyê jî di dema muayeneyê de li dijî etîka tipê tevdigerin û bi nêzikatiyeke dijminane nêzî girtiyan dibin.”

Di berdewamê de Barût anî ziman ku xebatkarên tenduristiyê li dijî etîka tipê tevdigerin û wiha domand: “Di serlêdanan de hat gotin ku dema girtiyên nexweş ên ji bo muayeneyê girtin odeya Nexweşxaneya Kampûsa Sîncan a Enqereyê, cendirmeyan kelemçeyên di destê wan de derxistine lê bijîşk gotiye; ‘hûn çawa beriya min kelemçeyan vedikin?’ Di serlêdaneke din de jî hate gotin ku girtiyekî xwestiye di dema muayeneyê de kelemçeya di destê wê de were vekirin lê bijîşk jê re gotiye; ‘divê tu hêviyan ji min bikî û bibêjî ji kerema xwe dikarî kelemçeyan vekî.’ Ev mînake nîşan didin ku li dijî girtiyên nexweş nêzikatiyeke neyînî heye û hinek xebatkarên tenduristiyê li dijî etîka tipê tevdigerin. Bi vê yekê re jî mafê tedawiyê yê girtiyan tê astengkirin. Her wiha nîşan dide ku nexweşxane ji bo girtiyan veguherîne girtîgehan û veguherandine malên mirinê.” 
 
Barût, destnîşan kir ku mafê jiyanê yê girtiyên nexweş di berpirsyartiya rayedaran de ye û wiha bal kişand ser rewşa tenduristiyê yê girtiyê nexweş Serhat Karsu: “Di astekî zêde de nexweşê ulser û refluyê ye. Lê nikare mafê xwe yê tenduristiyê bi kar bîne. Her wiha bijîşk jî nêzikatiyeke dijminane li dijî Serhat Karsu raber dikin û rêgezên bijîşktiyê binpê dikin. Yek ji sedema xerabûna rewşa wî ya tenduristiyê jî diranên wî yên kurmî ne û dema ji bo tedawiyê çûyî nexweşxaneyê, bijîşkî jê re gotiye; ‘Heke ez bizanim tu dê ji ber êşa diranên xwe bimrî, wê demê dikarim çêbikim.’ Bi vî awayî jî nêzikatiyeke dijminane raber kiriye û nehiştiye tedawî bibe.” 

Bi domdarî Barût bi lêv kir ku malbata Karsu di nava fikareke mezin de ye û wiha pê de çû: “Birayê wî got; ‘Tekane daxwaza min ew e ku birayê min bi awayekî baş bê tedawîkirin û rewşa wî baş bibe. Dema ew li wir êşê dikişîne, em nikarin li vir bi rehetî razên. Rewşa wî roj bi roj xerabtir dibe. Lê weke ku ev jî têr nekin, hewl didin têkiliya wî ya bi malbatê re qut bikin û dest danin ser nameyên wî. Jixwe li girtîgehê ye, qet nebe bila bê tedawîkirin.’ Divê Serhat Karsu tavilê were berdan û înfaza wî were taloqkirin.” 
 
ÎZMÎR
 
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî her du ehfteyan carekê têkildarî rewşa girtiyên nexweş daxuyaniyê dide û daxuyaniya vê hefteyê li pêşiya Sumerbank a Kevin a li Konakê da. Dayikên Aştiyê, rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de pankarta “Bêdeng nemîne, nebe şirîkê sûc, dimirin” hate vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Ufuk Keskîn ê 26 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Şakran a Îzmîrê tê ragirtin. 
 
Kurdiya daxuyaniyê ji hêla Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş ve hate xwendin û ya tirkî jî rêveberê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Firat Canoglû ve hate xwendin. 
 
Gumuş, anî ziman ku êşkenceya tecrîdê ya li girtîgehan bi serê xwe veguheriye pirsgirêkeke tenduristiyê û wiha domand: “Ji ber ku mafê tedawiyê yê girtiyan tê astengkirin, girtî jiyana xwe ji dest didin. Bi taybet jî di demên dawî de mirin zêde dibin. Ji ber ku mafê wan ê tedawiyê tê astengkirin, nexweşiyên cuda li girtiyan peyda dibin.” 
 
Gumuş, da zanîn ku girtiyê nexweş Ufuk Keskîn heta niha li 15 girtîgehan hatiye sewqkirin û di vê demê de nexweşiya wî gelek pêş ketiye. Gumuş, got ku li gel raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) her wiha rapora ku Keskîn ji sedî 80-90 astengdar e heye. Gumuş, diyar kir ku nexweşiyên weke Tîp1 qelewî, sorikên li tevahiya laşê wî belav bûn û alerjiya dermatis hipotifermisê, fitqên pişt û stû, fenemonea raynaud, gastrît, alerjiya toz û kifkîtiyê û hwd. ên Keskîn hene. 
 
Gumuş, got ku nexweşiyên Keskîn pêş ketine û her roja wî ya di nexweşxaneyê de xetereyeke li ser jiyana wî. Gumuş, xwest ku di şexsê Keskîn de hemû girtiyên nexweş tavilê bên berdan. Piştre jî Gumuş, agahiyên bavê Keskîn, Fahrettîn Keskîn têkildarî rewşa kurê xwe dayîn vegot. 
 
ENQERE 
 
Endamên Înîsiyatîfa ji bo Girtiyên Nexweş Azadî jî di hefteya 493’yan de li pêşiya avahiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin û bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin. Di daxuyaniya vê hefteyê de rewşa girtiyê nexweş Salman Yildiz ê li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin hate vegotin. 
  
Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Faruk Yazmaci daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Salman Yildiz. Yazmaci, da zanîn ku Yildiz dema di şerê Kobanê de alîkariya mirovî dibir Kobanê rastî êrişa DAÎŞ’ê hatiye û birîndar bûye. Yazmaci, wiha domand: “Li Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê hate tedawîkirin û piştre şandin Êlihê. Dema tedawiya wî didomiya hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa M a Êlihê. Li vir tedawiya wî baş nehat kirin û salek piştre hate berdan. Di sibata 2022’yan de li ser îxbatê hate binçavkirin û bi îdiaya ‘gumana revê heye’ hate girtin û şandin Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê. 5 meh piştre jî sewqî Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîrê kirin. Li vir jî demekî kin di hucreyê hate ragirtin û ji ber rewşa xwe ya nebaş a tenduristiyê xwest bê sewqkirin. Li vir derbasî Girtîgeha Tîpa E ya Mûglayê. Tevî ku ji sedî 68 astengdar e û nexweşê epîlepsiyê jî li vir di odeya yekgirtî de hate ragirtin. Di dawiya mijdara 2023’yan de jî sewqî Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê hate kirin.” 
 
Yazmaci, got ku ji ber dema birîndarbûnê xesareke mezin gihiştiye mejiyê Yildiz û wiha pê de çû: “Lewma felcê lê da û destê wî yê çepê nagire. Nikare dest û piyên xwe bi kar bîne û tevbigere. Nikare bi tena serê xwe sexbêra xwe bike, biçe daşirê, cil û bergan li xwe bike û xwarinê bixwe. Di heman demê de nexweşê epîlepsiyê ye û mehê 3-4 caran nobetê derbas dike. Dema li girtîgehê, nexweşxaneyên Riha û Êlihê rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ dane. Tevî parêzerên xwe serlêdana tehliyeyê kirin lê nehatin qebûlkirin. Çendek meh berê jî ATK’ê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da.”
 
Yazmaci, daxuyand ku rewşa aborî ya malbata Yazmaci baş nîne lewma nikarin biçin serdana wî û wiha bi dawî kir: “Daxwaza wan a sewqkirina Êlih û bajarên derdorê jî nehat qebûlkirin. Rewşa Yazmaci roj bi roj xerabtir dibe û divê tavilê were berdan.”