Nêzî 600 koçber giheştin peravên Îtalyayê

Nêzî 600 koçber giheştin peravên Îtalyayê

Li gorî daxuyaniya hêzên deryayî û ewlekariya peravan a Îtalyayê, ji roja Înê û vir ve nêzî 600 koçber, di nava pênc keştiyan de gihaştine peravên Îtalyayê.

Şeva În-Şemiyê bi awayekî koordîneyî gelek operasyonên rizgarkirinê hatin lidarxistin. Bi taybetî li peravên Sîcîlyayê ji bo rizgarkirina lotkeyeke li ber binavbûnê û lotkeyeke masîgiran operasyonên rizgarkirinê hatin lidarxistin. Hat tespîtkirina ku li peravên Sîcîlyayê di hundirê çar keşiyan de li gel jin û zarokan 466 kes hene.

Her wiha hat ragihandin ku 1118 koçberên ji Efrîka Bakur xwe gihandine peravên Lampedûsa, ku peravên Efrîka Bakur ên nêzî Îtalyayê ne.

Ji ber pevçûn û tengezariya li Rojhilata Navûn û Başûrê Derya Spî, bi xweşbûna rewşa hewayê re, hejmara koçberên xwe avêtin peravên Îtalyayê di mehên dawî de zêde bû. Piraniya koçberan ji Efrîka, Rojhilata Navîn û Asya Navîn tên.

Di serî de peravên Sîcîlyayê, 22 hezar koçberan ji destpêka salê û vir ve xwe gihandine Îtalyayê. Ev yek jî tê wê wateyê ku 3 qat ji tevahiya sala bihurî bêtir koçberan îsal xwe gihandine Îtalyayê.