'Nêzî 300 DAÎŞ'î xwe li Tirkiyeyê vedişêrin'

Rojnameya Ingilîz Tîmesê ragihand, nêzî 300 kesên ku ji Îngilîstanê tevlî DAÎŞ'ê bûne li Tirkiyeyê xwe vedişêrin.

Rojnameya Tîmes a Ingilîz îro rûpela xwe ya sereke da mijara DAÎŞ'iyên ku li Tirkiyê xwe vedişêrin. Di nûçeya bi îmzeya Anthony Loyd, Mîchael Evans û Fîona Hamîlton de agahiyên balkêş hatin parvekirin.

Li gorî nûçeya Tîmesê piştî rizgariya Reqa û Mûsilê bi hezaran çeteyên DAÎŞ'ê çûne Tirkiyê. Ji yên ku reviyan nêzî 300 endamên çete ji Ingîltere tevlê bûbûn.

Di nûçeyê de tê gotin saziyên îstîxbarî yên welatên Ewropî ji êrîşên pêkan ên DAÎŞ'ê bi fikar in.

Agahiyên di nûçeyê de xwe spartin kanên îstîxbarî yên Rojava û kanên ewlehiyê yên Ingilîz.

Di nûçeyê de tê gotin di nav wan DAÎŞ'iyan de ku li navendên binçavkirinê û girtîgehan in gelek welatiyên Ewropî hene, 850 welatiyên Ingilîz ku ji bo tevlê DAÎŞ'î bibin bi rê ketin nîvê wan vegeriyane, 130 ji wan jî mirine.

Di nûçeya rojnameyê de ev hate gotin:

"Gelek cîhadîstên ji Ingîltere hatin ji sînorê Tirkiyê derbas bûbûn û tevlê DAÎŞ'ê bûbûn. Kanên ewlehiyê yên ku ji Tîmesê re axivîn, hişyarî dan ku cîhadîstên ku vegeriyane Ingîltereyê dikarin êrîşan bikin, van 3 salên dawî di navbera Enqerê û welatên Ewropî de di vê mijarê de hevkarî zêde bûye.

Kanên ewlehiyê yên Ingilîz diyar kirin ku zehmet bûye ji Tirkiyê vegerin Ingîltereyê, cîhadîstên ku vegeriyane, heke delîl hebin ku ji bo rêxistinê şer kirine, ji hêla serwîsa îstîxbarata navxweyî ya Ingilîz MI5 û peywirdarên polîsan ve wê lêpirsîna wan were kirin.

Rayedar ji bo ku şervanên radîkal bigirin stratejiyên nixumandî dikin. Kanên îstîxbaratê yên DYA'yî jî diyar kirin ku ji bo şervanên biyanî yên DAÎŞ'ê werin şopandin bi serwîsa îstîxbaratê ya derve ya Ingilîz M16 re dixebitin."

Di nûçeyê de tê gotin ji 2015'an ve 40 êrîşên ku li Ewropayê bûne, 3 ji van ji hêla yên ku ji Iraq û Sûriyê vegeriyan ve hatine kirin.