Nexweşên girtî dixin hedefa doktorên nîjatperest
Li girtîgehên Tirkiyê êşkenceya li ser girtiyên nexweş didome. Dewlet girtiyên siyasî yê nexweş dixe hedefa doktoran. Girtiyên Wanê jî binpêkirin gotin.
Li girtîgehên Tirkiyê êşkenceya li ser girtiyên nexweş didome. Dewlet girtiyên siyasî yê nexweş dixe hedefa doktoran. Girtiyên Wanê jî binpêkirin gotin.
Li gorî daneyên Komleya Mafê Mirovan ( ÎHD) li girtîgehan 402 jê giran, 154 nexweşên girtî hene, van 17 salên dawî 500 girtiyên nexweş şehîd bûn. Şertên xirab ên girtîgehê, tecrîd, bi rîngê birina nexweşane û tedawiya bi kelepçe bandorê li problemên tenduristiyê ya girtiyan dike. Her wiha li ser dosyayên girtiyan bi nivîsandina, 'Baldar bin! Dibe ku bireve, were revandin' bi nivîsandina rêxistina ku jê tê darizandin ji bo doktorên nîjaperest hedef têne nîşandan.
DOKTOR: 'EZ ULKUCÎ ME, DIKARIM TE LI MASÊ BIHÊLIM'
Di rapora Şûbeya ÎHD'ê ya Enqerê de, ya bi navê ''Girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn, Rapora Binpêkirina Mafê Mirovan a Çile-Îlonê'' cih dne nameyeke girtiyeke jin a xweş a li Girtîgeha Jin a Girtî ya Sînanê, ku girtî dibêje, ''Doktor dema ku navê rêxistinê xwend, nehişt ku kelepçe were vekirin''.
Di rapora Şûbeya ÎHD'ê ya Girtiyên Nexweş de girtiyekî nexweş ê bi navê M.Y ku li Girtîgeha Bunyan a Qeyserî girtî ye, got, doktorekî Nexweşxaneya Dewletê ya Bunyanê gotiye, ''Ez dikarim singa te bi emeliyatê baş bikim. Lê 'ez ulkucu me' heke te emeliyan bikim ez ê li bara hîsên xwe yên milî têk biçim, dikarmi te li masê bihêlim, lê nakim.''
ODEEYA TABÎBAN: LI DIJÎ YASAYAN E
Endamê Kmîsyona Mafê Mirovan a Odeya Tabîban a Enqerê (ATO) Dr. Onur Karahanci got li ser dosyayên girtiyên nexweş nivîsandina gotinên navborî û li gorî vê tevgera doktoran li dijî mafê mirovan, mafê nexweşan û li dijî yasayên berdest e.
Karahancî got wan serdana girtîgehan kirine, li ser vê mijarê hişyarî dane û got, ''Me got li ser dosyayê divê cezayê girtî, çima girtiye, 'dikare bireve' divê nebe. Wan jî got ew ê guh bidine vî tiştî. Bi ser de, li deriyê ku girtiyê nexweş lê dimînin jî bi rengekî ku her kes bibîne ev nivîs hene.''
WAN
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê, bi riya malbatên xwe zextên li ser girtiyan anîn ziman. Girtiyan diyar kirin ku 2 girtî rastî lêdanê hatine û difinê yekî şikestiye.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F'yê a Wanê, bi riya malbatên xwe bal kişandin ser zextên li ser girtiyan. Girtiyan diyar kirin ku qawîşê wan 2 sal in nayên dermankirin û bi awayekî keyfi li odeyên wan lêgerîn dikin.
GIRTÎ DERB KIRIN
Girtiyan diyar kirin ku qerdiyan bê navber dikevin nava hewldanên provokasyonê û di 21'ê Tîrmehê de di mudaxaleya li dijî qawîyekê Medet Oruç û Karwan Mirzayî rastî lêdanek dijwar hatine. Girtiyan anîn ziman ku di lêdanê de difina Medet Oruç şikestiye û têkildarî vê derbê rapor girtiye. Girtiyan anîn ziman ku mafê girtiyan ê bi venêrtinê biçin girtîgehên navçeyan ji destê wan hatiye girtin û mafê girtiyan binpê dikin û wiha gotin: "7 hevalên me yên girtî bi îdîaya "bombekar in" bi salan in di yek hucreyê de tên girtin. Nameyan nadin girtiyan. Bi zanebûn rastî cezayê hucre û dîsîplînê tên. Nameyan heta mehekê bi keyfî nadin girtiyan. Nameyên navxweşî dişînin 3 meh şûnde digêjin destê wan. Nameyên bi kurdî ji bi sedema “tercuman tune" nadin girtiyan."
HER TIŞT QEDEXE YE
Girtiyan da zanin ku her der qirêj e û ev yek gefek mezin li tenduristiya girtiyan dixwe. Li korîdora ku girtiyên siyasî lê tên girtin endamên FETO lê tên girtin. Radyoyên me yên di depoyê de bi sedema "pêla kin e" desteser kirin. Dîsa hêjmara pirtûkan bi sînor kirine. Destûr nadin ku girtî odeyan biguherînin. Saet, tembûr, gitar, bilûr û malzemeyên muzîkê nadin girtiyan."
Girtiyan ji her kesî xwest ku li dijî van binpêkirinên mafan bihisstiyar tev bigerin.