Newroza Stenbolê: Em ê siberojên azad ava bikin

Di Newroza Stenbolê de polîtîkayên şer û tecrîda li Îmraliyê hatin şermezarkirin û hate gotin, "Em ê siberojên ronahî ava bikin."

Newroza bi heybet a 2023'an a li Stenbolê li qada Yenîkapiyê dewam dike. Dayikên Aştiyê agirê Newrozê pêxistin û li dora agirê Newrozê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê qîrkirin. Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê derketin ser dikê û Deklrasyona Newrozê xwendin. Metna bi kurdî Turkan Aşçi û metna bi tirkî jî Mesût Mîke xwend. 
 
Metna ji aliyê Turkan Aşçi ve hat xwendin wiha ye:
 
Li dijî Zorbetiya Kapîtalîst 
Ji bo Biratiya Gelan û Yekîtiya Kedkaran 
Bi Agirê Newrozê ber bi Azadiyê!

Xwîşk û birayên me, dost û hevalên me îro we qada Newrozê ya Stenbolê tijî kiriye. Ez li ser navê Hêzên Ked, Aşitî û Demokrasiyê we bi rêzdarî silav dikim.

Em Newroza îsal bi xemgînî pêşwazî dikin. Em şîn û hêrsa xwe bi Newrozê re dikin yek. Erdhejên ku li 6ê Sibatê li Mereşê çêbûn, bûn sedema wêrankariyên pir mezin. Bajarên me, gundên me, qadên me yên jiyanê bi erdê re bûn yek. Me bi deh hezaran canên xwe winda kirin. Bi sed hezaran xelkê me ji ber erdhejê birîndar bûn, bandor li wan bû û li sikakan mane. Lewma êş û hêrsa me pir mezin e. Em careke din sersaxiyê ji gelên xwe re û şîfayê ji birîndaran re dixwazin. Em agirê Newroza îsal ji bo wan welatiyên xwe gur dikin ku jiyana xwe ji dest dane.

Em dizanin ku em di welatekî erdhejê de dijîn. Ji berê ve ji ber erdhejan ev tecrubeya dilsoj her tim hatiye serê me. Sedema mezinbûna wêrankariyê, sedema ku hişt mirin bibin qetlîam encama tercîha pergalê ye. Ev pergala zorbe, faşîst, kevneperest û kapîtalîst ku bi bloka AKP-MHPyê çêbûye, bi polîtîkayên wan ên talanker û rantperest ev rewş derketiye holê. Bi rejîma ku li ser betonkirinê çêbûye, bi efûyên xwe yên îmarê û bi polîtîkayên wisa ku bajarên me ji bo erdhejê hazir nakin sûcdarê vê wêrankariyê ev îqtidar bi xwe ye. Wekî ku ev hemû tişt bes nakin, di sê rojên ewil ên erdhejê de nikarîn midaxele bikin, dildarên ku ji bo piştgiriyê diçûn, ew asteng kirin û ev jî bûn sedema encamên xerabtir. Em hêzên ku ji bo ked, demokrasî û aşitiyê hatine cem hev, em ê dawiya dawî hesabê vê qetlîamê bipirsin.

Êşên ku ji ber erdhejê çêbûne, lehî, erozyon, şewatên daristanan û teqînên grîzûyê qeder nîn in, encama polîtîkayên îqtidarê ne ku bi hişmendî dike. Îqtidara siyasî li dijî xwezayê ye, li dijî zindiyan e û bi tercîhên xwe yên polîtîk ku zorbetiya kapîtalîst pîroz dihesibînin, xweza û qadên me yên jiyanê talan dike. Em ê bi mezinkirina têkoşîna antîemperyalîst û antîkapîtalîst van êrişan pûç bikin.  AVAKIRINA JIYANA NÛ  Newroz roja nû ye, jiyana nû ye. Roja têkoşîn û serhildanê ye li hember rejîma yekzilamî, li hember pergala ranta kapîtalîst. Em dixwazin di vî welatî de wek welatiyên birûmet bijîn. Wekhev, azad û tev bi hev re. Pergala ku maf û azadiya me berteng dike û dixwaze me bi lêpirsîn, girtîgeh, îşkence û qetlîaman serkut bike, em ê tev bi hev re li hember wê tê bikoşin. Em ê qet û qet gavê paşve neavêjin. Pirsgirêka kurd di serî de, ji bo avakirina azadiya gelan û welatekî demokratîk, ji bo avakirina edaleta civakî û ji bo sekinandina bêkarî û kedxwariyê em ê hemû bi hev re tê bikoşin. Em ê tevî mîlyonan ku di nav toqa feqîriyê de ne, em ê tevî kedkarên ku di şert û mercên koletiyê de tên xebitandin, em ê tevî bêkarên ku bi bêkariyê tên îmtihankirin, em ê tevî wan tê bikoşin. Em ê di roja nû de jiyana nû tev bi hev re ava bikin.

Desthilatdariya AKP-MHP bi polîtîkayên xwe yên tecrîdê yekîtiya civakî, hilberandina kolektîf, aştî û biratiyê dike hedef. Polîtîkayên tecrîdê ku bi Girtîgeha Îmraliyê dest pê kirin û paşê jî li girtîgehên din tetbîq kirin, her ku çû berbelavtir kirin û bi hemû civakê didin hîskirin. Dixwaze bi polîtîkaya tecrîdê emrê xwe yê siyasî dirêj bike û welêt bi tirs û zextê bi rê ve bibe. Rabûna li dijî tecrîdê parastina jiyanê ye, parastina civakîbûnê ye, pêşkêşkirina derfetê ye ji bo demokratîkbûna welêt.

Di serî de erdnîgariya qedîm a Rojhilata Navîn, berdêlên şer û pevçûnên ku li ser sê-yekê dinyayê belav bûne; jin, zarok, bindest, bêmilk, gel û kedkarên feqîr didin. Şerên hegemonyaya emperyalîst li Rojhilata Navîn û Ûkraynayê dewam dikin. Tiştên ku li van deran çêdibin, bi zelalî rûyê qirêjî yê şerên berjewendî û parvekirinê derdixin meydanê. Bihaneyên ku ji bo şer derdixin pêş; ji bo zêdetir firotina çekan e, ji bo talana çavkaniyan e, ji bo bidestxistina serdestiya jeostratejîk e, ji bo dîzaynkirina dinyayê ye li ser esasa berjewendiyên kapîtalîst. Van hemû aliyan vedişêrin. Li welatê me jî îqtidara AKP-MHPyê qeyranên pir-alî ku di warê aborî, civakî û siyasî de çêdibin, di nav van qeyranan de xwe zêdetir dispêrin polîtîkayên tekperest, şovenîst û nijadperest. Îqtidara AKP-MHPyê tewr piştî erdhejê jî li bakurê Sûriye û Îraqê û li nav welêt her tim operasyonên leşkerî kirin, ev yek jî nîşan dide ku îqtidara AKP-MHPyê şer wek xeteke polîtîk qebûl dike. Bi salan e di serî de pirsgirêka kurd; çand, nasname û entîsîteyên cuda her mijareke din dikare li ser esasa welatîtiya wehkev a destûrî, li ser esasa aşitî û diyalogê were çareserkirin. Lê belê van mijaran wek amrazekê bi kar tîne û bi wan şovenîzmê gurtir dike, gelan tîne hemberî hev, mixalefetê parçe dike. Li şûna rêyên demokratîk û aşitiyane, ji ber polîtîkayên ku xwe dispêrin cemserbendiyê û ji ber veqetandina çavkaniyan ji bo xwe-çekdarkirinê, welatê me dikişînin nav qeyraneke mezin a aboriyê.

Welatê me careke din ji bo nirxên mirovahiyê, ji bo ronahî, biratî û pêkvejiyanê li dijî zilm, zorbetî, tarîtî, hiqûqa dijmintiyê û paşverûtiyê bi serhildanên biheybet dorpêçên faşîzmê dişikîne, paşverûtiya paşve dişîne û çerxa kedxwariyê parçe dike. Wek welatiyên birûmet ên vî welatî, em ê qet û qet hêviya xwe winda nekin. Em ê di hilbijartinên 14ê Gulanê de li dijî rejîma yek-zilamî, faşîzm û barbariya kapîtalîst şerê azadî, wekhevî û biratiyê bikin. Ev tarîtiya ku hewl dide siberoja me dorpêç bike, em ê wê belav bikin û siberojên ronak ava bikin. Agirê Newrozê dê her ji bo azadiyê, ji bo biratiyê vêkeve. Bindest ê siberoja xwe ne bi destwerdanên emperyalîst, lê bi îradeya xwe ya azad diyar bikin. Ew ê li dijî Dehaqên roja me bi Kawayên Hesinkar li ber xwe bidin. Ew ê welatekî azad, Rojhilateke Navîn a azad û dinyayeke azad bi ruhê Newrozê ava bibe. Bi hişmendiya agirê berxwedana Newrozê û ruhê biratî û azadiyê Newroza hemû gel û kedkaran pîroz be.

Daxuyanî ji aliyê girseyê ve bi çepikan hat pêşwazîkirin.