Newroza Stenbolê: Em ê serdemeke nû bidin destpêkirin

Newroza li Stenbolê bi dadana agir ji aliyê Dayikên Aştiyê ve destpê kir. Di çalakiyê de hêrsa li dijî tecrîda li Îmraliyê hate nîşandan û hate gotin, "Em ê vê serdemê biqedînin û serdemeke nû bidin destpêkirin."

Newroza 2023'an a li Stenbolê li qada Yenîkapiyê bi dirûşma "Her der Newroz, her dem azadî" destpê kir.

Ciwanan serê sibehê berê xwe dan qadê û bi dirûşmên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agirê Newrozê hate dadan.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, sînevîzyona Partiya Kesk Çep a têkildarî erdheja li Mereşê hate nîşandan. Piştre jî Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Volkan Bûlût gel silav kir û bi gotina Ehmedî Xanî ya digot 'Kurdno bibin yek, eger hûn nebin yek hûn ê herin yek bi yek' banga yekîtiyê kir.

Agirê Newroza Stenbolê ji aliyê endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê hate vêxistin.

Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknûr Bîrol piştre axivî û got, "Em Kurd in, em gelek in. Em kedkar in, ciwan in, jin in. Her kêliya ku ji wan hebû me kuştine, em rabûn ser piyan. Niha jî em ê bi ser wan ve bimeşin. Em ê vê serdemê biqedînin û serdemeke nû bidin destpêkirin."

Bîrol bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Em dengê îradeya li girtîgeha giravê dîlgirtî ne."

Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu jî bi Kurdî axivî û got, "Zarokên Kawa, Newroza we pîroz be."

Ferhat Encu bal kişand ser hilbijartinê û got, "Gelê Stenbolê amade ye. Gelê Kurd, gel hemû wê desthilatdariya AKP-MHP'ê têk bibin. Sekna we bû bersiv ji her tiştî re. Newroz pîroz be."