Newroza Stenbolê: 14’ê Gulanê mîlad e, em ê azadiyê mîsoger bikin!

Hevseroka Giştî ya HDP’ê di Newroza li Stenbolê de axivî û diyar kir ku wê 14’ê Gulanê bibe mîladek û got: “Em ê edalet û azadiyê 14’ê Gulanê li ser sindoqan îlan bikin.”

Li pîrozbahiya Newroza Stenbolê bi sed hezaran kes azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qîr kir. Hunermend Arhat derket ser dikê û strî û stranan diyarî qurbaniyên erdhejê kir.

Alîgirên Amedsporê yên Barîkatê bi pankarta xwe derketin ser dikê û xelkê silav kirin. Gel kêliyek dirêj ji alîgiran re li çepikan da.

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr axivî û diyar kir ku ew cejna Newrozê ya gelan pîroz dikin û got: “Ev der qada kesên ku serê xwe natewînine ye. Em qurbaniyên erdhejê bi bîr tînin û sersaxiyê ji gelê xwe re dixwazin û silametiya xêrê ji birîndaran re dixwazin.”

Demîr anî ziman ku ew hem di şînê de ne hem jî bi hêrs in û wiha got: “Em li dijî vê îktidara ku xelkê me terkî mirinê kir bi hêrs in. Em ê hesabê hemû qetlîaman bipirsin. Em ê di 14’ê Gulanê de vê îktidarê tarumar bikin.”

Demîr bal kişand ser polîtîkayên neçareserkirina pirsgirêka kurd û wiha got: “Birêz Ocalan ji bo aştiyê xizmet dike. Lê birêz Ocalan 24 al in li Îmraliyê di pergala îşkenceya tecrîdê tê ragirtin. Êdî dem dema azadiya birêz Ocalan e. Wê têkoşîna me ya azadiyê dewam bike. Em ê vê îktidarê hilweşînin.”

Di vê navberê de li qadê dengê dirûşma “Bijî Serok Apo” olan da.

Paşê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan derket ser dikê û gel silav kir û bi pîrozkirina Newrozê dest bi axaftina xwe kir. Bûldan bal kişand ser girîngiya Newrozê û got: “Newroz ji bo gelê Kurd berxwedanek mezin e. Her wiha newroz ji bo hemû gelan roja ku hêrs û daxwazên xwe qîr dikin e.”

Bûldan anî ziman ku ew Newroza îsal di atmosfera cejnê de pîroz nakin û wiha axivî: “Em Newrozê di atmosferek û hayemek bi xem ku bi deh hezaran qurbanî çêbûn de li dar dixin. Çimkî vê îktidarê erdhejê bi rê ve nebir û ew bi xwe li ser gel bû karesat. Em Newroza îsal diyarî giyanên qurbaniyên erdhejê dikin. Mixabin em Newroza îsal bi êş û xem pêşwazî dikin. Em rehmetê ji qurbaniyan re dixwazin û şîfayê ji birîndaran re dixwazin. Em bûn şahidên êş û hilweşîna mezin. Me xemsariya rêveberên vî welatî di erdhejê de dît. Ev rêveberên zalim erdhejê wek qederê pênase dikin lê me dît ku birînên mexdûran napêçin. Me dît ku mirovan di sermayê de bi birçîbûnê terbiye dikin. Bila viya baş bizanibin, erdhej û îktidara AKP-MHP’ê wê ji qedera vî welatî derkevin.”

Bûldan destnîşan kir ku divê her kesa baş bizanibe ku AKP û şirîkê xwe yê biçûk di demên xwe dawî de ne û êdî nikarin welat birêve bibin û wiha got: “Ji hilbijartina 14’ê Gulanê re demek pir hindik ma. Nêzî du mehan dema wan maye. 14’ê Gulanê ji bo me firsendek dîrokî û girîng e. Di heman demê de wê 14’ê Gulanê bibe mîlad. Wê AKP-MHP di hilbijartinê de bibînin ku gelên Tirkiyeyê çiqas zêde ne û kurd çiqas bi îrade ne. Gelê me yê hêja viya baş zanibin, demokrasî li qadan tê nivîsandin, aştî li qadan tê ragihandin. Aştî jî, edaletê jî û azadiyê jî em ê di 14’ê Gulanê de di sindoqan de ragihînin.”

Bûldan bal kişand ser xerckirinê şer û da zanîn ku li şûna xizmeta bo welat çavkaniyên welat li ser şer tên xerckirin. Bûldan anî ziman ku gelên Tirkiyeyê şer naxwazin û wiha got: “Em şer û tecrîdê naxwazin. Divê tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan tavilê bê rakirin. Gelê Tirkiyeyê şer û tecrîdê naxwaze, azadiyê dixwaze. Çimkî tecrîd tenê ne li Îmraliyê ye. Tecrîd hemû Tirkiyeyê dorpêç kiriye. Her kesek ku devê xwe vedike, digirin û diavêjin zindanê. Twitterê li ciwanan qedexe dike û wan ceza dike. Em ê piştî 14’ê Gulanê li welatek wisa şiyar bibin ku wê hûnê twîtên xwe bi azad parve bikin û govanda xwe azad bigerînin.”

Newroza Stenbolê ya 2023’an a Qada Yenîkapiyê bi hemû hişmendiya xwe didome. Ji serê sibê ve li qada Newrozê ciwan dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz dikin.

Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin gel bi Kurdî silav kirin. Akin ê got ku “Ji aliyekê em şîna xwe digirin ji aliyê din hewl didin bi berxwedana Newrozê jiyana nû li vir ava bikin” wiha axivî: “Li Cîhanê li Tirkiyeyê û li Rojhilat Navîn zalim hewl didin her cure lêgerîn, berxwedan û têkoşîna me têk bibin. Lê dixapin kevneşopiyên Kawayê Hesinkar îro bi kevneşopiya Kawayê Hemdem didome. Em ji vir band dikin, hûn ê bi ser nekevin û nikarin me têk bibin, ew tovê li ser vê axê wê teqez şîn bibe û em ê we têk bibin.”

Akin, anî ziman ku sedemê her nebaşiya di erdhejê de pêk hat desthilata AKP’ê ye û wiha got: “Pergala yek zilam ku di bin erdhejê de ma hewl dide xwe xelas bike. Lê me ev bi awayekî zelal dît ku heta ev pergal bidome wê tu pirsgirêkên welat neyên çareserkirin. Derew, rant û talana wan heye û wekî din tu sozên wan nînin. Li dijî gelê me yê bi gotina ‘Dewlet li ku ye’ qîr kir, polîs û leşkerên wan hene. Em vê dizanin ku em ê di 14’ê gulanê de vê desthilatê bişînin.”

Akin, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li dijî HDP’ê her cure êrîş berdewam dikin. Silav li Rêzdar Demîrtaş û Yuksekdag re. Ji vir ji bo wan soza me heye, em bi we re bawer dikin ku hûn ê piştî 14’ê gulanê azad bibin. Em ê vê desthilatê bişînin û komara demokratîk, ekolojîk a nû ava bikin. Vîna jinan a di 8’ê Adarê de îro li qadên Newrozê herkesê silav dike pişt re em ê 1’ê Gulanê pêşwazî bikin û em ê di 14’ê gulanê de vê desthilatê bişînin. Li dijî hemû zextan HDP ne bi tenê ye. Di vê hevdîtina dîrokî de em amadene ku berpirsyariya dikeve li ser milê me pêk bînin. Pirsa “Partiya Çep a Keskan” kî ye dikin? Partiya Çep a Keskan hûn in, jin in ciwan in. Hûn hene ku em vê desthilatê di 14’ê gulanê de bişînin? Em ê bi hev re serbikevin.”

Piştî axaftina Akin hunermend Gulseven Medar derket ser dikê û stranê xwe yên bi Kurdî, Tirkî û Ermenî ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan gotin.