Newroza Manîsa: Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin

Li Qada Lale ya Manîsayê bi beşdariya hezaran kesan bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo, “Bijî berxwedana zîndanan“ û “Ji vir hezar silav li Abdullah Ocalan be“ pîrozbahiya Newrozê hat kirin.

Li Qada Lale ya Manîsayê bi beşdariya hezaran kes pîrozbahiya Newrozê hat kirin. Qada Newrozê bi alên HDP’ê û Partiya Çep a Kesk hat xemilandin. Jin û ciwan bi cil û bergên Kurdî tev li pîrozbahiyê bûn. Ciwanên endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê bi dirûjşm û pankartan meşiyan qada Newrozê.

Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê jî tev li pîrozbahiyê bûn. Bernameya pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir û dirûşma “Şehîd namirin” hat berzkirin. Dayikên Aştiyê û parlamenteran agirê Newrozê vêxist û div ê navberê de dirûşma “Bijî Serokê Apo” hat berzkirin.

Rêveberê DBP’a Manîsayê Hasan Hayrî Dîkîlîtaş axaftina destpêkê kir û got: “Ji vir hezar silav li birêz Abdullah Ocalan be. Hezar silav li cangoriyên azadiyê û qurbaniyên erdhejê be.”

Piştre jî Hevserokên HDP’a Manîsayê û Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk ên Manîsayê gel silav kirin û Newroza gel pîroz kirin.

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Nacî Sonmez bal kişand ser erdhejên navenda wê Mereş bû û got Newroz îro ji bo qurbaniyên erdhejê tê lidarxistin û Newroz roja berxwedanê ye. Sonmez diyar kir ku ew ê desthilatê roja 14’ê Gulanê di sindoqên hilbijartinê de têk bibin. Sonmez anî ziman ku ew ê qet teslîmî hişmendiya serdest nebin û got: “Ji bo em Tirkiyeyek azadîxwaz û wekhev biafirînin em ê bi hemû rengên xwe jiyana nû ava bikin. Em ji bo vê têdikoşin. Em Newroza îsal bikin Newroza azadiyê.”

 Sonmez bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî û wiha got: “Tecrîd ji Îmraliyê dan destpêkirin. Îro her dever hatiye tecrîdkirin. Em gazî gelên Tirkiyeyê dikin. Em ê bi agirê Newrozê tecrîdê rakin.”

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn jî axivî û diyar kir ku ji bo têkbirina desthilatê bi biryar in û got: “Desthilat dixwaze bi tecrîda li Îmraliyê aloziyê çeke. Ji siyaseta Kurd û dengê Abdullah Ocalan ditirsin. Abdullah Ocalan ji bo gelên cîhanê azadiyê dixwaze. Em dizanin heke birêz Abdullah Ocalan biaxive wê aştiyek mezin jî pêk were. Em azadiya birêz Abdullah Ocalan dixwazin.”

Hunermend Mihemedê Serhedî derket ser dikê û pîrozbahî li ber stranên wî bi dawî bû.