Newroz li Polonyayê hat pîrozkirin: Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re
Li Polonyayê, Kurdistaniyan tevî dostên xwe cejna Newrozê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de daxwaza ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu hat kirin.
Li Polonyayê, Kurdistaniyan tevî dostên xwe cejna Newrozê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de daxwaza ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu hat kirin.
Li bajarê Varşova yê Polonyayê Kurdistanî û Polonyayî bi tevlîbûna gelên cuda Newroz pîroz kirin.
Newroz li salona Kongreyê ya Stadyûma Neteweyî hate pîrozkirin. Salon bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK, YPG’ê hate xemilandin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên ku di şoreşa cîhanê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Sirûda Polanya jî hate xwendin.
Nûnerên Weqfa Kurdistan-Polonyayê û Kongreya Civaka Demokratîk a Ewropa li vir axivîn û bal kişandin ser berxwedana Kurdan.
Di axaftinan de hate gotin, Newroz roja berxwedanê ya Kurdan e. Her wiha hate ragihandin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye ku Kurd ji xweliya xwe vejin û hişmendiya neteweyî bi Kurdan re çêkiriye.
Piştî axaftinan bi ekranên mezin konsêra Orkestraya Şengalê hate nîşandan, sînevisyonek ji axaftinên Ocalan, kilîbên YPG’ê û klîbên NA ya HDP’ê ya ji bo referandûmê hate nîşandan.
Di pîrozbahiyê de dirûşmên weke "Bijî Serok Apo", "Bi can bi xwîn em bi re re ne ey Serok", "Bijî Newroz", "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" hatin qîrîn.
Bi muzîka Zelal Gokçe re ciwan heta dereng reqisîn.