Newroz li Bremenê hat pîrozkirin
Destpêkirina pîrozbahiya Newrozê ya li Ewropa, li bajarê Bremen a Almanya destpê kir.
Destpêkirina pîrozbahiya Newrozê ya li Ewropa, li bajarê Bremen a Almanya destpê kir.
Kurdistaniyên li Eyaleta Bremen dijîn, bi şahiyekê Newroz pîroz kirin.
Pîrozbahîya Newrozê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên berxwedana Kurdistanê û Berxwedana Serdemê destpê kir û piştre peyama Newrozê hat xwendin.
Li Efrînê ya ku Berxwedan Serdemê ya li dijî Fîravûn û Dahaqan hatî destpêkirin dewam dike, li dijî Fîravûnên sedsala 21’an a qirkirin û qetlîman li ser gelan dide kirin têkoşîna Federasyona Bakurê Sûriye bi salane dewam dike.
Bang li gelê Kurd û dostên wan hat kirin ku li derdora Efrînê dest bidin hevdu.
Di pîrozbahîyê de PYD Bremen, Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa, Malbatên Şehîdan, Meclîsa Gel a Bremen û nûnerên YEK’ê peyam pêşkêş kirin.
Pîrozbahî bi sitran û gerandina govendê bi dawî bû.