Nelson Mandela rakirin nexweşxaneyê
Nelson Mandela rakirin nexweşxaneyê
Nelson Mandela rakirin nexweşxaneyê
Serokdewletê berê û rêberê efsanewî yê Efrîkaya Başûr ji ber nerehetiya enfeksiyona di hilmija wê de careke din rakirin nexweşxaneyê. Hat diyarkirin ku rewşa Mandela xedar e.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê Serokdewlet Jacop Zuma ve hate dayin Mandelayê ku 94 salî ye şevê din rakirine nexweşxaneyê. Bijîşkan dan zanîn ku ew ji bo Mandela tişta ji destê wan tên dikin û ji gelê Efrîkaya Başûr û hemû gelên cîhanê xwest ku ji bo wî dûa bikin.
Mandela herî dawî di meha berfanbarê de rakiribûn nexweşxaneyê 18 rojan di nexweşxaneyê de bû. Her wiha di serê vê mehê de jî ji bo kontrolê 24 saetan di nexweşxaneyê de mabû.
Xwediyê Xelata Nobel a Aşitiyê û rêberê Efrîkaya Başûr ê ku li hemberî rejîma nijadperest a Apartheidê rabû, piraniya demê xwe li bajarê Johanesburgê û gundê zarokatiya xwe Qunuyê diborîne. Mandela di 94’emîn rojbûna xwe de li gundê xwe bi cih bibû.
Rojbûna Mandela 18’ê Tîrmehê li Efrîkaya Başûr bû pîrozbahiyeke girîng. Mandela Day (Roja Mandela) ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve weke roja veqetandina 6 7 deqedyên xwe b ji bo yên din, banga gerdûnî nas kir.
Ev 67 deqe temsîla 67 salên Mandela dikin. Neslson Mandela 25 salên temenê xwe di zîndana rejîma nijadperest a Apartheidê de borand û din navbera salên 1994-1999’ê de bû Serokkomarê Efrîkaya Başûr, sala 1993’yê Xeleta Nobel a Aşitiyê wergirtibû û sala 2004’ê jî xwe ji siyasetê vekişandibû.