Nêçirvan Barzanî îro diçe Tirkiyeyê
Nêçirvan Bazanî wê îro danê nîvro li Stenbolê bi Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike.
Nêçirvan Bazanî wê îro danê nîvro li Stenbolê bi Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike.
Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî îro diçe Tirkiyeyê. Barzanî wê bi Erdogan re rûnê.
Nêçirvan Bazanî wê îro danê nîvro li Stenbolê bi Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike.
Der barê naroka hevdîtinên îro Barzanî li Tirkiyeyê bike de agahî nehat bidestxistin.
Serokê Giştî yê PDK'ê Mesût Barzanî jî di 9'ê Kanûnê de çûbû Tirkiyeyê û hin hevdîtin kiribû.
Barzanî di destpêkê de çûbû serdana Îstîxbarata Tirk MÎT'ê û ev yek di nava Kurdan de rê li ber rexneyan vekiribû.
Piştî serdana Barzanî, leşkerên Tirk ji xaka Başûrê Kurdistanê derbasî herêma Başîka ya Mûsilê bûbûn.