‘Ne 9 meh, 99 meh jî derbas bibin em ê ji kujeran hesab bixwazin’

Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê di 9. Meha qetlîamê de careke din “edalet” xwestin.

Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê di 9. Meha qetlîamê de careke din “edalet” xwestin. Malbatan bal kişandin ser belgeyên di lêpirsîna qetlîama Enqereyê de derketine holê, diyar kirin ku her qetlîamek nehatiye ronîkirin dibe qetlîamek din û vedigere. Malbatan xwestin ku biryara veşartîbûnê ya di dosyayê de demildest bê rakirin.

Malbatên li Cadeya Halîtaga ya Kadikoyê li hev civiyan, wêneyên şehîdên Pirsûsê, pankart û dowîz vekirin. Di çalakiya rûniştinê ya 33 deqeyan de malbatên Gezî û Enqere, Dayikên Şemiyê, Seroka ESP’ê Sûltan Ûlûsoy, Seroka ESP’a Stenbolê Çîçek Otlû û endamê Meclîsa HDP’ê Huseyîn Gungor amade bûn.

Li ser navê Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê Hacer Elçîn axivî, diyar kir ku ji ber qetlîma Taksîmê çalakiya meha 8’emîn li dar nexistine. Elçîn wiha got, “Çalakiya ku her meh em ji bo şehîdekî xwe li dar dixin, vê carê em dikin ji bo Hatîce, Ezgî, Polen û Vatan pêk bînin.”

 ‘YÊN EV QETLÎAM KIRINE HEMAN IN’

Daxuyaniya çapemeniyê ya meha 9’emîn ji aliyê bavê şehîdê Pirsûsê Vatan Bûdak, Mûrat Bûdak hate xwendin. Bûdak bi bîr xist ku di çarçoveya lêpirsîna qetlîama Enqereyê de hin belge derketin çapemeniyê. Bûdak got, “Ev belgeyana tenê gotina me ya destpêkê ya ‘yê qetlîam kirine heman in’ piştrast nake. Ev belgeyana îspat dike ku ev koma kujeran wek çawa Davûtoglû got, beriya qetlîamê destên xwe dihejînin û digerin.”

Bûdak xwest biryara veşartîbûnê ya li ser dozê demildest bê rakirin û berpirs hesabê bidin.

Piştî Bûdak xizm û hevalên şehîdan axivîn, dilsoziya xwe ya bi şehîdan re anîn ziman.

...