NCDK'ê li Bremen, Leverkusen û Creilê kongreyên xwe pêk anî
Li bajarên Bremen û Leverkusenê yên Elmanyayê û li bajarê Creil ê Fransayê kongreyên NCDK'ê hatin kirin.

BREMEN
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kongreya xwe ya 5. a asayî li dar xist.
Nûnerê PYD'ê yê Berlînê Dr. Mesûd Hesen ku weke mêvan tevlî kongreyê bû, qala berxwedana serdemê ya li Efrînê kir.
Piştî axaftinan, endamên komîsyonên têkiliyên derve, ciwan, çand, çapemenî, Rojava, bawerî, dîsîplîn, îdarî, aştî û edalet, perwerde, jin, têkiliyên bi gel re hatin hilbijartin. Manal Dûkû û Ramadan Ramadan bûn hevserokên NCDK'ê ya Bremenê.
LEVERKUSEN
Li bajarê Leverkusenê jî kongreya 4. a NCDK'ê pêk hat. Piştî nirxandina rapora karê salekê yê NCDK'ê, endamên 7 komîsyonan û hevserokên NCDK'ê hatin hilbijartin.
CREIL
NCDK a li bajarê Creil ê Fransayê kongreya xwe ya 4. pêk anî. Di nirxandina siyasî de işaret bi berxwedana serdemê ya Efrînê hate kirin.
Di dawiya kongreyê de meclîsa ji 34 kesî hate hilbijartin. Makbûle Guzel û Şemsettîn Cansû bûn Hevserokên NCDK a Creilê.