NCDK a Troîsdorfê kongreya xwe ya 6. lidar xist
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li bajarê Troîsdorf ê Elmanyayê, kongreya xwe ya 6. lidar xist.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li bajarê Troîsdorf ê Elmanyayê, kongreya xwe ya 6. lidar xist.
Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo kesên ku di Têkoşîna Azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê Yuksel Koç axivî.
Koç bal kişand ser destketiyên li Rojavayê Kurdistanê ku bi pradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bidestxistin û destnîşan kir, ku armanca sereke ya dewleta mêtînger û faşîst, pêşîgirtina li destketiyên Kurdan ên li Rojhilata Navîn e.
Koç got: "Tevî vê jî Kurd bi daxwazên xwe yên azadiyê û bi çareseriya derdixe holê, hem li herêmê û hem jî di qada navneteweyî de ji bo gelan bûye hêviyek. Ji ber ku di vê çareseriyê de mafê jiyanê yê hevpar heye, hevdû naşikîne. Ji ber wê qadên jiyanê dafirîne. Di nava pradîgmaya neteweya demokratîk de li gel konfederalîzmê, li her qada ku lê dijîn xebatên meclîsan bi sazî dike, em dikarin vê hê bi hêztir bikin. Weke ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotî; 'avakirina civaka azad, bi avakirina meclîsan dibe'. Ji ber wê li her qadê û bajar bi bajar divê em xebatên xwe pêk bînin û xurt bikin."
Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç ji bo referandûmê jî ev tişt anî ziman: "Desthilatdariya faşîst a dewleta Tirk bê ku cudahiyê bixîne nava hindikahiyan, nasnameyên cuda hedef dike, em jî divê bi hemû hêza xwe eniya demokratîk a platforma NA rêxistin û xurt bikin. Ne tenê ji bo pêvajoya demê NA, ji bo têkoşîna hevpar, li dijî bloka faşîst platfrom bibe xetekî heta hetayî."
Piştî xwendina rapora xebatê ya salan e û nirxandina wê û şûnde, meclîsekî ku ji 52 kesan pêk bê hate hilbijartin. F. Kiliç û Selamet Gedîk weke hevserok hatin hilbijartin.
Kongre bi stranên Hozan Kawa ve bi dawî bû.