Navenda Ragihandinê ya QSD'ê: Êrîşên dagirker bênavber didomin

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk bênavber didomin û encama êrîşên roja 11'an eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku tevî 'agirbestê' jî hêzên dagirker êrîşên xwe li dijî hêzên wan didomînin.

Li gorî daxuyaniyê, encama êrîşên roja 11'an a dagirkeriya dewleta Tirk wiha ye:

SERÊKANIYÊ

"Artêşa dagirker a Tirk li gundewarên Serêkaniyê navber neda liv û tevgerên xwe û li hinek Herêman amadekariyên êrîşê kir. Li gundên el-Hebeş û Şikêriyê komên çete yên artêşa dagirker xwestin êrîş bibin li ser çeperên şervanên me. Komên çete bi çekên giran û seyareyên zirxî li hinek xetan êrîşî yekîneyên me kirin. Hêzên me di encama parastina rewa de bersiv dan van êrîşan û di encam de pevçûn qewimî. Di encama bersivdana hêzên me de êrîşa çeteyan hate şikandin. Artêşa dagirker piştî vê herêmê topbaran kir.

Her wiha, tevî biryara agirbestê jî artêşa dagirker amadekariyên xwe yên êrîşkirina li ser xetên Til Xenzîr û Elok jî berdewam kir û li ser sînor hejmarek ji çeteyan kom kir.

Di encama êrîşên artêşa dagirker û komên çete û êrîşên hewayî yên bi drone, 16 rêhevalên me şehîd ketin û 3 rêhevalên me jî brîndar bûn."