Navê Parqa Gezî li parqa Hamburgê hat kirin

Navê Parqa Gezî li parqa Hamburgê hat kirin

Li bajarê Hamburg a Almanyayê bi armanca piştgiriyê bidin berxwedana Parqa Gezî navê parqekî ‘Parqa Gezî ya Hamburgê’ hat danîn. Însiyatîfa parqê diyar kirin ku ew ligel çalakiyên li Tirkiyeyê pêk tên e.

Li Hamburgê parqa bi navê ‘Park Fîctîon’ ku û ji salên 1990’î şûnde projeyên civakî û hunerî  lê pêk tên navê wê ji aliyê însiyatîfa Parq Fîctîon ve wek Parqa Gezî  hat guhertin.

Însiyatîfê da zanîn ku bi armanca piştevaniya çalakiyên li Tirkiyeyê navê parqê guhertine û got: “Em berxwedana Taksîmê silav dikin. Ji bo em piştgiriya xwe ya bo çalakvanan bînin ziman me ev biryar girt. Divê hikûmeta tirk jî daxwazên berxwedêran bîne cih.