Çavkaniya nû ya talanê: Gaza Şeylê
Li gel bendav, talana daristanan û xisara li xwezayê tê kirin, derxistina gaza şeylê (gaza ji nava teht tê derxistin) bûye navê nû yê talana mêtingeriya li Kurdistanê.
Li gel bendav, talana daristanan û xisara li xwezayê tê kirin, derxistina gaza şeylê (gaza ji nava teht tê derxistin) bûye navê nû yê talana mêtingeriya li Kurdistanê.
Sontaja hilberîna vê gazê, di serdema heyî de bi rengekî bêdeng û dûrî rojevê tê kirin. Rê û rêbazên ji bo xwegihandina Gaza Şeylê (gaza ji nava teht tê derxistin) tên bi karanîn, rê li ber fikaran vedikin. Ev gaz, yekemcar sala 1821'ê li bajarê New York ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hate derxistin. Ji sala 1970'î û pê ve di asta endustriyê de hate hilberîn. Piştî bi salan, ji binê erdê Kurdistanê jî hate derxistin. Dewlemendiyên ser û binê erdê yên Kurdistanê tên mêtin û li ser Kurdistaniyan jî koçberî û birçîbûn tê ferzkirin. Niha jî navê nû yê mêtingeriya li Kurdistanê Gaza Şeyl e.
GAZA ŞEYL ÇI YE?
Gaza xwezayî ye ku di nava tehtên ji mîneralên kûvars û kalsît de asê maye. Ji bo derxistina vê gazê, bi rêya Hîdroyî teht bi 2-3 kîlometreyan li binê erdê ne tê derizandin û bi desteka avê, gaz ji nava teht tê derxistin. DYA di vê mijarê de bi rengekî aktîf gaza şeyl hildiberîne. Welatên ku ji aliyê Gaza Şeyl ve dewlemend in, ev in:
Çîn
Arjantîn
Cezayîr
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA)
Kanada
Meksîka
Avûstralya
Afrîka Başûr
Rûsya
Brezîlya
Rezervên li Ewropayê jî bi qasî 4 ji 6 parên rezervên li DYA hene. Lê belê li welatên Ewropayê di vê mijarê de fikar zêde ne. Derxistina vê gazê li Fransa, Bûlgarîstan, Komara Çekê bi temamî hatiye qedexekirin. Elmanya jî bi rengekî dûdil disekine. Li Îngilîstan, Spanya û Afrîka Başûr karê sontajê hatiye sekinandin.
LI TIRKIYE Û KURDISTANÊ
Îro li qada Saribûgday a herêma Konacik a navçeya Farqîn a Amedê bîrên gaza teht hatine vekirin û ev çend sal in sontaj tê kirin. Ev bîr bi operatoriya Shell hatiye vekirin û eger encmekê jê bigirin wê bi qasî 20 bîrên din bên vekirin. Piştre wê ev hejmar zêdetir bibe. Beriya niha hatibû ragihandin, ku Shell 207 caran ji belavbûna petrolê berpirsyar e. Li gel vê yekê, zerara ku derxistina gaza şeyl li ser û binê erdê bike, wê bibe pirsgirêkeke giran.
Hevkariya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) û Shell dest dane hev û li gel hemû xeteriyên hilberandina gaza şeylê jî, vî karî bi rengekî bê navber dikin. Proje hene ku li Licê, Pasûr û Hezroyê, li deşta Dîcleyê gaza şeylê bê derxistin. Her wiha li Êlih û Erzîromê jî di vî warî de amadekarî hene. Ji xwe ji derve jî gelek welat û şîrket hene ku dixwzin bibin şirîkê van projeyan. Rezervên li herêmên Trakya, Konya, Ereglî, Nîgde û Bor ên Tirkiyeyê û deşta Dîcleyê ya Amedê pêşkêşî şîrketên petrolê yên biyanî hatine kirin. Rezervên li herêma Amedê ji Shellê, yên li Trakyayê jî ji Exxon Mobîlê re hatine dayin.
Li gorî daxuyaniya hate dayin, rezervên heyî yên tên zanîn ên li Kurdistan û Tirkiyeyê, ji bo 14-15 salan têra hilberînê dikin. Tê gotin, rezervên gaza teht a li Tirkiyeyê 680 milyar metre kup e. Yanî salane 46 milyar metre kup e. Bîr bi giranî li Kurdistanê tên kolandin. Li Tirkiyeyê jî karê fîzîbîlîte tê kirin.
MADEYÊN KANSEROJEN DIKARIN DERKEVIN SER RÛYÊ ERDÊ
Tê plankirin ku tenê li herêmên Trakya û Dîcleyê, bi hevkariy TPAO û Shellê hezar û 800 bîr werin vekirin. Di şilaviya bi zexteke giran li binê erdê tê afirandin, bi qasî 700 madeyên kîmyewî (nîvê wê madeyên kanserojen e) dihewîne. Bi qasî 2 birkên olîmpîk av li her bîrekê tê dagirtin û bi qasî 40 ji sedî yê vê avê derdikeve ser rûyê erdê. Çavkaniyên avê bi vî rengî tên jehrî kirin û dikare rê li ber erdheja bi şîdeta 4 pileyî veke. Ev jî tê wê wateyê ku li herêma Dîcleyê dikare erdhejên nû rû bide. Gaza ji binê erdê derkeve jî wê bandoreke neyînÎ li giya û zindiyan bike. Tê gotin, ku armanca sedema bingehîn a bendavên li Farqîn û Êlihê, ne çareserkirina pirsgirêkên avdaniyê yên çandiniyê ye. Ev bendav, ji bo ku ji van bîrên sontajê re aveke têrker bê peydakirin, hatine çêkirin. Zerara bendavan a li xwezaya Kurdistanê ji xwe tê zanîn.
RÊ LI BER XETERIYÊN MEZIN VEDIKE
Hilberîna gaza şeylê, li gel pirsgirêkên hawirdor û erdhejê dibe sedema gelek xisaran. Tê gotin ku emrê gaza konvansiyonel a li cîhanê bi qasî 60 sal e. Eger gaza şeylê bikeve dewrê, emrê vê gazê wê 250 sal be û ev yekê jî rê li ber pirsgirêkên cidî veke. Mîna pirsgirêka germahiya global. Eger tenê 10 ji sedî yê gaza şeylê bê derxistin, wê cîhanê bixe nava germahiyeke global a ku veger jê nîne. Ev jî bi giranî tê wateya rûdana; erdhej, şemitîna erd û lehiyê. Ev ê tevahiya cîhanê bixe nava rewşeke xetere.