NAV-YEK: Em di 6’ê Çile de li Parîsê bin

Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiyan (NAV-YEK) qetlîama li Parîsê ya di 9’ê Çileya 2013’an de şermezar kir û banga tevlîbûna meşa di 6’ê Çileyê de ya li Parîsê kir.

Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiyan (NAV-YEK) qetlîama li Parîsê ya di 9’ê Çileya 2013’an de şermezar kir û bangî meşa di 6’ê Çileyê de ya li Parîsê kir.

Daxuyaniya NAV-YEK’ê wisa ye:

“9’ê Çileya 2013’an di dîroka Kurdan de bû rojeke reş, ji ber ku 3 gul 3 berxwedêrên Kurdistanê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi şêwazeke namerd ji aliyê dewleta Tirkan ve hatin qetilkirin.

Lê heman demê ev roj bû sembola têkoşînê. Dema mirov behsa têkoşîna jinê dike taybetî wêneyê Sara li ber çavan zindî dibe. Têkoşîna jina kurd ya bêhempa di van çend salên dawî de ji jinên cîhanê re bû mînak û bû bingeha şoreşa azadiya jinê.

Bi gelemperî gelê Kurd bi demê re êdî ne tenê mafên xwe yên ҫandî û civakî misoger dike, her weha bûye hêza bingehîn ji bo pêşketina demokrasî û azadiya gelan.

Dewleta Tirk û hikumeta AKP’ê bi konsepteke nû dixwazin Tevgera Azadiyê tasfiye bikin û îradeya gelê Kurd bişkînin. Lewma jî di her milî de êrîşên tunekirinê zêde kirine û taybetî operasyonê qirkirinê li dijî hêzên parastina gel û gelê kurd roj bi roj berfirehtir dibin.

Herweha em siyaseta dewleta AKP li dijî gelê Kurd û tecrîta li ser Rêber Apo bi tundî şermezar dikin û berxwedana bêhempa ya gelê xwe û ya hêzên parastina gel li dijî hêzên dagirker yên dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê, bi hurmet silav dikin.

Em jî weke civaka kurdên Êzidî û Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiya, di bin her şert û mercan de tevî hemû hêza xwe piştgirtiyê didin destkeftiyên gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê, li Ṣengalê û berxwedana gelê xwe li her deverê.

Bi van bîr û baweriyên xurt em car din qetlîama 9’ê Çileya 2013 şermezar dikin. Her weha em bang li tevahiya gelê Kurd û taybetî li civaka Êzdiyan dikin rabin ser lingan û tevlî çalakiya di 6’ê Çileya 2018’an a li Parîsê bibin. Bi tevlîbûna xwe her yek dikare di nava tekoşîna azadiyê de cih bigire.”