NAV-YEK'ê 2. konferansa jinan a li Şengalê pîroz kir

Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan (NAV-YEK) 2. Konferansa Jinan a li Şengalê pîroz kir.

Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan (NAV-YEK) bi daxuyaniyeke nivîskî 2. konferansa jinan a di 25'ê Îlonê de li Şengalê pêk hat, pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em hevî dikin ev konferansa jinan bibe bingeha afirandina têkoşîna jinên azad û pengava azadkirina jinên di destê DAEŞ'ê de weke êsîr têne girtin. 

Li ser navê civaka Êzîdiyan li Ewropayê em xweseriya jinê weke cewhera jiyanê dibînin û di vê dozê de heta dawiyê em ê bibin piştgir. 

Azadiya jinê azadiya mirovahiyê ye!"