NAV-DEM û CENÎ êrîşa li Berlînê şermezar kirin
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) û Buroya Aştiyê ya Jinê (CENÎ), êrîşa li Berlînê şermezar kirin.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) û Buroya Aştiyê ya Jinê (CENÎ), êrîşa li Berlînê şermezar kirin.
Di daxuyaniya NAV-DEM'ê de êrîş bi zimanekî tund hate şermezarkirin û hat bibîrxistin, ku mîna êrîşa li bajarê Nîce yê Fransayê li Berlînê 12 kes hatine kuştin, 45 jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ev êrîşa tirsnak wê di rojên pêş de di nava siyaset û civaka Elman de gelekî bê nîqaşkirin û hişyarî hat dayîn, ku komên rastgir ên tund wê hewl bidin 'sûdê' ji vê êrîşê bigirin.
NAV-DEM'ê da xuyakirin, ku divê hêzên siyasî û ewlekariyê, nîqaşên li ser mijarê bi 'hesasiyet'eke mezin ji bo pêşîgirtina li xeteriyan bimeşînin û piştperdeya êrîşan eşkere bikin.
NAV-DEM'ê destnîşan kir, ku divê mudaxle li kesên ev êrîşa terorîstî teşwîq kirine bê kirin, lê belê gelekî girîng e ku hemû penaber gumanbar û sûcdar neyên dîtin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, têkoşîna li dijî terorê tenê bi polîtîkayên ewlekariyê nabe, lazim e li ser 'sedemên terorê' jî bê rawestîn.
Di dewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin, gelek dewlet êrîşên bi vî rengî yên terorê teşwîq dikin, ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin û hat gotin, di serî de Tirkiye, divê hemû dewletên vê polîtîkayê dimeşînin bên deşîfrekirin û hesab ji wan bê xwestin.
NAV-DEM'ê da zanîn, desteka Tirkiyeyê ya ji bo çeteyên cîhadî dewam dike û diyar kir, dersa herî baş a ji êrîşa li Berlînê bê derxistin, hewldana li dijî dewletên destekê didin terorîzmê ye. NAV-DEM'ê destnîşan kir, êdî pêwîstiyek e ku Elmanya Federal polîtîkaya xwe ya têkildarî rejîma Erdogan biguherîne.
JI BUROYA AŞTIYÊ YA JINÊ CENÎ PEYAMA SERSAXIYÊ
Di daxuyaniya Buroya Aştiyê ya Jinê CENÎ de, êrîşa li paytexta Elmanya Berlînê ku 12 kesan jiyana xwe ji dest dan bi zimanekî tund hate şermezarkirin û ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî hate xwestin.
CENÎ da xuyakirin, ku êrîşê ew gelekî êşandiye û ji birîndaran re şîfa xêrê xwest.