NAV-DEM: Em di Festîvala Dersimê  ya Ewropayê de bigihijin hev!

NAV-DEM ji bo Festîvala Dersimê ya Ewropayê ku 2-3’yê Hezîranê wê were kirin, bang kir û xwest ku her kes biçe festîvalê.

Hevserokên Navendên Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanya (NAV-DEM) Ayten Kaplan û Tahîr Koçer ji bo Festîvala Dersimê ya Ewropayê îro daxuyaniyeke nivîskî dan.

Di daxuyaniyê de êş û zexta gelê Dersimê hate destîşankirin û hate gotin festîval ji bo yekîtî û bihevrebûnê girîng e.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ‘’Ji ber pêvajoya ku em dijîn tevlêbûna li Festîla Çandê ya Dersimê girîng e. Ji ber ku em pêvajoyeke wiha dijîn, çi kesê ku bendê dike têne girtin. Pêvajoyeke wiha ye ku bi qasî serê derziyê jî mafê mirovan nemaye û mafên herî sereke jî ji holê hatine rakirin.’’

‘JI 7 SALÎ TA BI 70 SALÎ DIVÊ HER KES BIÇE FESTÎVALÊ’

‘’Em bi dewleteke wiha re rû bi rû ne ku qanûnên paşverû yên faşîst jî danîne ser malikan, bi Rewşa Awarte û biryarnameyên BHQ’ê qanûnên faşîst ên harbûyî têne sepandin. Rasteqîniyek e ku mafê diyarkirina çarenûsê ya gelê Kurd bi qikirinê tê astengkirin, kêmar, mezheb û bawerî tine têne hesibandin, ên ku xwedî baweriya Elewî ne bi polîtîkayên dewleta Tirk a Osmaniya nû, bi lîstikên cuda yên Osmanî hewl tê dayin ku werin tinekirin.

Di serî de endamên  NAV-DEM’ê em bang li hemû hêzên di nav eniya demokratîk de ne dikin ku li gel cihetiyên xwe yên siyasî, îdeolojîk bi deng û rengê xwe tevlî festîvala 2-3’yê Hezîranê bibin ku saziyên Dersimê wê bi rê ve bibin û ji bo  polîtîkaya têkbirinê ya dewletê û rûyê wê yê qirker nîşanî hemû dinyayê bidin, biqêrin.

Ji 7 salî ta bi 70 salî em bang li her kesî dikin ku tevlî vê festîvalê bibin, bi çand, bawerî, nasnameya Dersimê re bigihijin hev.’’