NAV-DEM'ê sala nû pîroz kir
NAV-DEM'ê sala nû pîroz kir û got, "Em hêvîdar in wê sala 2018'an bibe sala azadiya gelê Kurd û Ocalan."
NAV-DEM'ê sala nû pîroz kir û got, "Em hêvîdar in wê sala 2018'an bibe sala azadiya gelê Kurd û Ocalan."
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) bi wesîleya sala nû daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku sala 2017'an ji bo gelê Kurd bi berxwedanê derbas bû û hat bibîrxistin ku Reqa ya ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve weke 'taybet' hatibû îlankirin ji aliyê hêzen YPG/YPJ û QSD'ê ve hate rizgarkirin.
NAV-DEM'ê ragihand ku gelên Rojava û herêmê, li ser bingeha paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sîstema xwe ava dikin.
NAV-DEM'ê da xuyakirin ku li pêşberî serketina gelê Kurd, dijmin nakokiyên xwe danîn aliyekî û dest bi planên tinekirina hebûn û destketiyên gelê Kurd kirine.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Armanca Kurd û Kurdistaniyan divê têkbirina vê plana nexêr a dijmin û dagirkeran be. Ev jî bi tifaqeke mezin a neteweyî dibe."
Her wiha hat bibîrxistin ku sala 20147'an êrîşên gelekî giran li dijî gelê Kurd hatin kirin û li dijî van êrîşan jî bi rengekî efsanewî berxwedan hate kirin.
Di daxuyaniya NAV-DEM'ê de hat gotin, "Em dikarin bêjin ku hêviya Kurd û Kurdistaniyan her sal mezintir dibe. Çerxa demê li gorî Kurdan û Kurdistaniyan digere. Kurd û Kurdistanî di her kêliyê de bi ser dikevin. Dijmin û hêzên dagirker ji bo vê rewşê biguherînin, hemû hêza xwe bi kar tînin, lê êdî nepêkan e.
Em hêvîdar in ku wê sala 2018'an bibe sala bicihhatina xewn û xeyalên gelê me, sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd û Krudistanê. Bi hêviya ku sala 2018'an aştî, aramî, azadî, demokrasî û wekheviyê bîne ji hemû mirovahiyê re, sala nû li Kurdan, Kurdistaniyan û tevahiya gelên cîhanê pîroz dikin."