NATO li Afganîstanê li sivîlan xist: 12 mirî, 13 birîndar
NATO li Afganîstanê li sivîlan xist: 12 mirî, 13 birîndar
NATO li Afganîstanê li sivîlan xist: 12 mirî, 13 birîndar
Li bajarê Kunar ê Afganîstanê di êrîşa hewayî ya NATO de 12 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 13 jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên rayedarên Afgan bûyer li navçeya Narang a Kunar pêk hat. Hêzên NATO yên li vir bi hêzên Efgan re operasyoneke hevpar li dar xist. Di şerê li hemberî Talîbanan de li herêmê êrîşeke hewayî pêk anî. Di êrîşê de 4 jê zarok, 3 jê jin 12 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 13 sivîl jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku di êrîşê de 2 Talîbanî jî hatine kuştin.
Serokdewletê Afganîstanê Hamîd Karzaî êrîş şermezar kir, biryargeha NATO ya Kabîl jî diyar kir ku der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.