NATO li Afganîstanê 10 sivîlên din qetil kir
NATO li Afganîstanê 10 sivîlên din qetil kir
NATO li Afganîstanê 10 sivîlên din qetil kir
Li herêma Kunar a Afganîstanê NATO’yê bombebaran pêk anî û encama vê de 10 sivîl k udi nava wan de zarok û jin jî hebûn jiyana xwe ji dest dan.
Waliyê Eyaleta Kunar Seyid Fazulullah Wahidi daxuyanî da û diyar kir k udi êrişê de 5 jê zarok- 4 jê jin bi gitşî 10 kesî jiyana xwe ji dest daye. her wiha hate diyar kirin ku 4 zarok jî birîndar bûne.
Ev ne komkujiya yekemîn ya NATO’yê ku li Afganîstanê li hemberî sivîlan pêk tînye. Komîteya Mafê Mirovan a Zarokan k udi 8’ê sibatê de rapora xwe weşand, diyar kir k udi êrîşên hewayî yên Amerîkayê de di salên dawî deli Afganîstanê bi sedan zarokî jiyana xwe ji dest daye.
DI 2011’AN DE HERÎ KÊM 110 ZAROK HATIN QETILKIRIN
Rapor di yekê sibatê de li NY’ê hat qebûlkirin. Li gorî komîteyê di sala 2011’an de ligorî sala 2010’an hejmara zarokên hatine qetilkirin du kat zêde bûye. Di 2011’an de artêşa Afgan û hêza NATO’yê êrîşa bombeyî pêk anîn û di êrîşê de nêzî 110 zarok hatin qetilkirin û 68 jî birîndar bûn. Gelek êrîşên hewayî ji aliyê artêşa Amerîkayê ve pêk hatin.
DI 5 SALAN DE 13 HEZAR SIVÎL
Li gorî NATO’yê di navber a2007-2012’an de li pevçûnên li Afganîstanê pêk hatine de 12 hezar sivîlî jiyana xwe ji dest daye.