Sekreterê Giştî ya NATO'yê Jens Stoltenberg der barê êrîşên li ser PKK'ê, Tirkiye hişyar kir û got:"Mafê Tirkiye heye ku li hemberî êrîşan xwe biparêze. Lê divê ev di çarçoveya parastinê de bimîne û pirsgirêk neyê kûrkirin."
Sekreterê Giştî ya NATO'yê Jens Stoltenberg, der barê konsepta şer a nû û êrîşên hewayî yên li hember PKK'ê de Tirkiye hişyar kir.
Stoltenberg diyar kir ku êrîşên hewayî pêvajoya aştiyê ya bi PKK'ê re dixe xetereyê û wiha got: "Mafê her welatî heye ku xwe biparêze. Lê divê ev di çarçoveya parastinê de bimînê û pirsgirêk belasebep neyê kûrkirin.
'DYA YPG'Ê WEK RÊXISTINEK TERORÎST NABÎNE'
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA'yê John Kirby jî îro li Washingtonê daxuyaniyek dabû çapemeniyê û gotibû "Em YPG'ê wek rêxistina terorîst nabînin. Li Sûriyeyê li hemberî DAIŞ'ê serketina xwe nîşan dan. Em ê hevkariya xwe ya bi wan re berdewam bikin."
Komên partiyên siyasî yên di Parlamentoya Ewropayê de cih digirin jî di demên bihurî de hişyari li Tirkiyeyê kiribûn û bang kiribûn ku Tirkiye vegere maseya çareseriyê.