Di daxuyaniya nivîskî ya navendê de hat gotin, "Pêngava Xezeba Firatê ya bi armanca rizgarkirina bajarê Reqa, tevî êrîş û hewldanên astengkirinê ya artêşa Tirk a dagirker jî bi hemû dijwarî û leza xwe didome. Ji destpêka operasyonê û heya niha bakûrê bajarê Reqa bi tevahî û başur-rojhilatê bajar (Tebqa) ji %95 hate rizgarkirin."
Navendê diyar kir, ev pêşveçûna xurt bi saya ked û fedakariyeke mezin pêk tê û wiha dewam kir: "Roj bi roj ji bo parastin û bilindkirina van destketiyan şervanên QSD’ê yên YPG-YPJ'ê jî di nav de, berxwedaneke bê hempa raber dikin. Ev berxwedan û têkoşîn hêviyên gelên bindest yek bi yek diqulipînin rastiyên şênber. Pêkanîna xeyal û hêviyên gelên bindest bêguman bê berdel nabe. Ev berdel jî di qada şer de dibe jiyana ew kesên ku evîndarê azadiyê ne. Di çanda tevgera me de, ji destpêkê heya niha, ji bo parastina gel û nirxên şoreşê bi her awayî têkoşîn û berdel hatiye dayin û bi sed hezaran hevrêyên ku hîn jî ji vê re amade ne hene. Ev yek jî roj bi roj bi dilgiraniyeke mezin derdikeve pêşberî me.
Di Pêngava Xezeba Firatê û êrîşên çeteyan yên li dijî sîvîlên ku dixwestin xwe bigihînin herêmên ewle yên di bin kontrola hêzên me de, ji bo parastina gelê sîvîl 10 hevalên me bi lehengî şer kirin û gihîştin şehadetê.
Wek YPG û YPJ em di serî de ji malbatên şehîdan, ji hemû gelên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku em ê armancê van şehîdên xwe bikin bingeha têkoşîna xwe ya azadiyê."
Li gorî daxuyaniyê nasnameya 10 şervanên di navbera 22'ê Nîsanê û 2'ê Gulanê de şehîd bûn, bi vî rengî ye:
Nasnav: Berxwedan Hesekê
Nav paşnav: Bawer Seado
Navê Dayikê: Sebah
Navê Bav:Ebdulxenî
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Cih û dema şehadetê: Şedadê 2 Gulan 2017
Nasnav: Brûsk Wêran
Nav paşnav: Doxan Kudîn
Navê Dayikê: Xezal
Navê Bav: Osman
Cih û dema şehadetê: Tebqa 22 Nîsan 2017
Nasnav: Derdo Malazgirt
Nav paşnav: Selçûk Gurbuz
Navê Dayikê: Ergul
Navê Bav: İbrahîm
Cih û dema şehadetê: Tebqa 22 Nîsan 2017
Nasnav: Mûrad Sêrt
Nav paşnav: Ehmed Îlter
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Nadîr
Cih û dema şehadetê: Tebqa 22 Nîsan 2017
Nasnav: Fayiz Neşwa
Nav paşnav: Muhened Xelef
Navê Dayikê: Hilale
Navê Bav: Ebdulah
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Cih û dema şehadetê: Şedadê 2 Gulan 2017
Nasnav: Hogir Hesekê
Nav paşnav: Emar Xanim
Navê Dayikê: Suat
Navê Bav: Silêman
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Cih û dema şehadetê: Şedadê 2 Gulan 2017
Nasnav: Kemal Hewraman
Nav paşnav: Keywan Mihemed Selîm
Navê Dayikê: Behiye
Navê Bav: Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Helebçe/Kanî Eşkan
Cih û dema şehadetê: Tebqa 1 Gulan 2017
Nasnav: Sabir Hesekê
Nav paşnav: Hisên Xezal
Navê Dayikê: Xedra
Navê Bav: Xalî
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Cih û dema şehadetê: Reqqa, Gundê Kobre 1 Gulan 2017
Nasnav: Şaliş Hesekê
Nav paşnav: Ehmed Ferhan
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Deham
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Cih û dema şehadetê: Şedadê 2 Gulan 2017
Nasnav: Xilo Hesekê
Nav paşnav: Cemal Ebdulah
Navê Dayikê: Nura
Navê Bav: Cemîl
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Cih û dema şehadetê: Tebqa 1 Gulan 2017