NASA nikare cîhanê li hemberî meteoran baş biparêze
NASA nikare cîhanê li hemberî meteoran baş biparêze
NASA nikare cîhanê li hemberî meteoran baş biparêze
Bernameya NEO ya Ajansa Hewa û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) ya ji bo kontrolkirina meteoran, serketî nebû. Li gorî raporek ji aliyê NASA'yê ve hat weşandin, ji bo şopandin û bêbandorkirina meteor, pêwîstî bi çavkanî û hevkariyeke xurtir heye.
Li gorî rapora ji aliyê Mufetîşê Giştî yê NASA'yê hat amadekirin, bernameya bi navê ‘Near-Earth Objects (NEO)’ a ji bo şopandin û kontrolkirina meteorên nêzî cîhanê dibe hat amadekirin, berevajî bendewariyan encameke xerab derxist holê. Di raporê de hat diyarkirin ku wezîfeya di sala 2005'an de bi destûra Kongreya DYA ji NASA re hat dayîn, ji sedî 10 bi ser ket.
ARMANC JI SEDÎ 90 BÛ, LÊ JI SEDÎ 10 BI SER KET
Li gorî rapora NASA, projeya NEO wê asteroidê 140 metre berfireh ê heta sala 2020'an nêzî cîhanê dibe ji sedî 90 bihata şopandin û tespîtkirin. Lê belê, li gorî xebatên heta niha hatine kirin bi tenê ji sedî 10 ê asteroid hatiye şopandin.
Dîsa li gorî raporê, NASA di çarçoveya projeya NEO û beriya vê projeyê de, ji sala 1998'an û vir ve 11 hezar meteor hatine tespîtkirin. Di raporê de hat diyarkirin ku bi tenê ji sedî 10 ê van hatine şopandin û tê destnîşankirin ku zehmet e heta sala 2020'an armanca ji sedî 90 a şopandin û bêbandorkirinê bê biserxistin.
DU METEORÊN MEZIN JIYANA LI CÎHANÊ TINE KIRIBÛN
Tê texmînkirin ku du meteorên mezin beriya niha li cîhanê ketine û rê li ber karesatên mezin vekirine. Ji bilî asteroidê beriya 65 mîlyon sal li cîhanê ketî û rê li ber mirina dînozoran vekir, tê texmînkirin ku beriya 250 mîlyon salî, meteor yan jî kometek din li Cîhanê ketine.
Li gorî lêkolînek di nava vê salê de hat weşandin, meteor yan jî kometa beriya 250 mîlyon salî li Cîhanê ketin, bi qasî 10 kîlometre berfireh bû. Di lêkolînan de cih girtibû ku ji ber hejandina vê lêketinê, lav û xweliya ji volkanan derketin, gerstêrka me xist demeke tarî û sar a bi sed salan dirêj û jiyan bi temamî tine kiribû.