Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Herêma 2. a Îzmîrê Gul polîtîkaya AKP'ê ya tenduristiyê rexne kir. Dr. Gul diyar kir ku Îzmîr ne keleha CHP'ê ye û got, "Bang li her kesên jiyaneke bi hev re û cihêrengiyan diparêzin dikim, ku tevlî refên HDP'ê bibin."
Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Herêma 2. a Îzmîrê Zekî Gul, namzetiya xwe ji ANF'ê re nirxand.
Gul da zanîn ku pratîka jiyana wî li nirxên ku HDP diparêze tê û got, "Ev demeke dirêj e di odeya pîşeyî, TTB û rêxistinbûyînê sendîka de dixebitim. Di çavdêriyên xwe yên 25 salan de min dît ku di navbera doktorî û hekîmiyê de cudahî heye. Eger hûn kesekî îşkence dîtibe berî ji we re bêje fêm bikin, wê demê hûnê vê cudahiyê jî bibînin. Cudahiya di navbera HDP û partiyên din de ewqasî vekirî ye."
'XIZMETA TENDURISTÎ BI PEREYAN TÊ DAYÎN'
Gul da zanîn ku hikûmeta AKP'ê hevokên wan werdigire, naveroka wan vala dike û ji bo xwe bikar tîne û got, "Tevgerên kedê beriya deh salan digotin ku ji bo mûayeneyê nasname têrê dike û divê her kesê li vî welatî bi awayekî pê pere ji xizmeta tenduristiyê sûdê werbigirin. AKP'ê rabû ev gotin ji xwe re hilanî, naveroka wê vala kir û bikar anî. Dema hûn weke muşteriyekî biçin nexweşxaneyê, nasname têrê dike, lê belê nasnameya we ji bo mûayenekirinê têrê nake. Eger deynê we yê prîmê hebe, ya hûnê bi pereyê xwe mûayene bibin yan jî bêyî dayîna hemû deynên xwe hûnê nikaribin mûayene bibin."
'TENDURISTÎ KIRIYE QADEKE BAZIRGANIYÊ'
Gul diyarkir ku AKP xizmeta tenduristiyê kiriye xizmeta bi pere û civaka mizaxê afirandiye. Gul bibîr xist ku berdêla mûayeneya li nexweşxaneya dewletê îro 15 TL ye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Sîstema berdêldayîna girtî û ji dest heye. Û vê yekê jî bi bê wijdanî dikin. Ji bo nivîsandina dermanekî tansiyonê mirov 30 TL heqê mûayeneyê dide, lê ev pere nayê dîtin. Ji ber ku ji maeşê teqawîtiyê tê birîn. Pirsgirêkeke din a girîng jî ew e ku AKP'ê tenduristî weke qadeke bazirganiyê pênase kiriye. Li Tirkiyeyê di sala 2013'an de fîlmê 32 mîlyon mirovî hatiye kişandin. Radyasyon derman nîne, lê hewl didin vê yekê weke pêşketinekê nîşan bidin. Ev pêşketin nîne."
'ÎZMÎR BAJAREKÎ KOÇBERIYÊ YE'
Gul da xuyakirin ku pêwîstiya Îzmîrê bi bûyîna bajarekî çê heye û anî ziman ku Îzmîr bajarekî koçberiyê ye. Gul ragihand ku yên dibêjin ez ji Îzmîrê me, neçar mane bajêr biterikînin û got, "Gelek pirsgirêkên bajarê koçberiyê hene. Li Îzmîrê ku xwedî peravê herî dirêj e, gelo çiqas zarok dikarin bi dilrehetî avjeniyê bike. Yek ji pirsgirêkên me yên bingehîn çûn hatin, ragihandin e. Her tim tê gotin ku AKP xebatên metro sabote dike. Lê belê berpirsyariya Şaredariya CHP'yî di vir de heye."
'ÎZMÎR NE KELEHA CHP'Ê YE'
Gul, namzetiya Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû, ku wê bi wî re li herêma 2. a Îzmîrê tevlî hilbijartinan bibe nirxand û gotina Şaredarê Îzmîrê Azîz Kocaoglû ya di qenaleke televîzyonê de gotibû "Îzmîr ne keleha CHP'ê ye, bajarekî deng dide CHP'ê ye" bibîr xist. Gul diyar kir ku namzetiya Kiliçdaroglû ya ji Îzmîrê nîşaneya vê yekê ye. Gul ragihand ku di nava hilbijêrên AKP û CHP'ê de yên hîn bêhtir azadî û jiyana bi hev re diparêzin li HDP'ê vedigerin û got, "Ev hilbijartin wê referandûmek be. Wê ji pirsên; em cîhaneke çawa, jiyaneke çawa dixwazin re bersiv were dayîn. Yên jiyaneke bi hev re ya rasteqîn û cihêrengiyan diparêzin, bang li wan dikim ku tevlî refên HDP'ê bibin."
ZEKÎ GUL KÎ YE?
Di sala 1964'an de li Erzîromê ji dayik bû. Li Îzmîrê dijî. Zewiciye û bavê 2 zarokan e. Di sala 1987'an de ji fakulteya tipê ya Zanîngeha Egeyê mezûn bû. 25 salan li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Îzmîr Bozyakayê weke doktorê pispor ê hinavan wezîfeyê kir. Ji sala 1996'an û vir ve di rêxistina hekîman û têkoşîna sendîkayî de cih digire. Di salên 2004-2010'an de endametiya Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk kir. Endamê damezrîner ê TÎHV'ê ye. Li qadên mafên mirovan, girtîgeh, wezareta tenduristiyê û ewlekariya civakî de xebatên saziyî meşandiye. Nivîskariya rojnameyê û pêşkêşiya bernameya tenduristiyê li televîzyonê kiriye.