Namzedê serokkomariyê yê PDK’ê bû sedema nerazîbûnan

Namzetiya Huşiyar Zêbarî yê PDK'î, ku ji bo Serokkomariya Iraqê hate nîşandan, bû sedema nerazîbûnan. Dadgerek dibêje, "Huşiyar Zêbarî bersûcê gendeliyê ye û nabe bibe namzet."

PDK ku berê ji bo cudabûyîn ji Iraqê bangewazî dikir û daxwaz dikir ku Iraq bibe cîraneke baş, niha ji beriya hemû aliyên siyasî yên Kurd ketiye hilkehilkê ku raye û prîman ji Iraqê bi dest bixîne.

Bêyî ku serdana aliyên Kurdî bike bi Tevgera Sedr û Sûnî yên Iraqê re li hev kir û bi şêwazekî dixwaze raye û prîmên zêdetir ji bo xwe bi dest bixîne. Ew lihevkirina PDK’ê ya bi wan hêzên siyasî yên Iraqê re ya bi armanca bi destxistina prîm û rayeyên zêdetir ji bo partiya xwe, dengê Kurdan a li Bexdayê perçe kiriye.

Ji hewldanên dawî yên PDK’ê jî nîşandayina Huşiyar Zêbarî weke namzedê serokkomariyê ye. Ku di demekê de ye ku ji sala 2003’an û şûnde tim ev pişka serokkomariyê ya YNK’ê bûye û li beramberê wê jî PDK’ê serokatiya herêma Kurdistanê birêve biriye. Niha YNK wê rayeyê mafê xwe dizane û namzedê wê jî heye.

Ji derveyî ku YNK vê rayeyê ji bo xwe weke maf dibîne, nîşandayina Huşiyar Zêbarî weke namzed bû sedemê nerazîbûnan. Endamê berê yê Civata Giştî ya Tevgera Goran Dr. Îsmaîl Namiq têkildarê vê mijarê dibêje; “Di benda 3 ya xala 68 a destûra Iraqê de hatiye gotin, ‘Divê namzedê serokkomartiyê xwedî nav û bangekî baş be, her wiha hatibe piştrastkirin ku ne gendel e û dadperwer û dilsozê niştîman be’. Di benda çaremîn a heman xalê de jî hatiye ku nabe namzedê serokkomariyê ji ber sûcekî yê rûmetê dixe erdê hatibe tawanbarkirin. Lê Huşiyar Zêbarî di dema ku wezîrê darayiyê bû ji ber tawana dizî, gendelî û bikar anîna xirab a desthilatê, rayeya wî jê hatibû girtin.”

Dr. Îsmaîl Namiq di dewama gotinên xwe de wiha behsa serpêhatiya Zêbarî kir, “Bi xwe spartina rêbazên pirsîn û îtîbar jê standinê, ya rast eve ku mirov bêje: Huşiyar Zêbarî ne nav û bangekî wî yê baş heye, ne destpak e, ne exlaqê wî sererast e, ne dadperwer e; gelo dilsozê niştîman e? Ew yek ji rêvebirên referandomê bû, bi eşkereyî daxwaza perçe perçekirina Iraqê dikir. Wate yan referandom vala bû yan jî niha ne rast e ku dibêje ez dilsozê Iraqê me.”