Nameyên girtiyan li Lozanê tên nîşandan
Pêşangeha wêneyan a ji nameyên girtiyan, piştî Sîon, Bern û Baselê niha jî li bajarê Lozanê yê Swîsreyê tê nîşandan.
Pêşangeha wêneyan a ji nameyên girtiyan, piştî Sîon, Bern û Baselê niha jî li bajarê Lozanê yê Swîsreyê tê nîşandan.
Pêşangeha wêneyan a ji nameyên girtiyan û wêneyên ji aliyê wênekêşên derve ve hatine kişandin, piştî bajarên Sîon, Bern û Baselê yên Swîsreyê li bajarê Lozanê hate vekirin.
Pêşangeh ji aliyê tîma bi navê "Gorulmuştur-Hatiye dîtin" a li Tirkiye û Kurdistanê kar dike û koma wêneyan a bi navê Red ve hate organîzekirin. Pêşangeh li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lozanê pêk tê. Pêşangeha ku xizmên girtiyan jî destekê didin, wê heta 5'ê Cotmehê vekirî be.
Kasim Karataş zêdeyî 28 sal in girtî ye. Hevsera wî Ayşe Karataş li ser pêşangehê û rewşa girtiyan ji ANF'ê re axivî.
Karataş diyar kir ku ji ber vekirina pêşangeheke wiha ew kêfxweş e û got, "Gaveke girîng e ji bo dengê girtiyan bê bihîstin. Hevserê min nexweşê dil e, lê 28 sal in ji ber nêrînên xwe yên siyasî dîl hatiye girtin. Nêzî 4 sal in li Swîsreyê me. Têkiliya min bi hevserê min re biqasî ku nîne, kêm e. Mijara efûyê xistine rojevê. Gelo ev ê ji kê re be? Girtiyên siyasî û nexweş wê li derveyî efûyê bên hiştin. Efû wê ji mafya, kujer, diz û çeteyan re be."
Pêşangeha wêneyan wê piştî 5'ê Cotmehê li Parîsê bê vekirin.