Naîdoo: Reşbînî bi xweşbîniya têkoşînê dikare bê têkbirin

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Kûmî Naîdoo ku bi salan li Efrîkaya Başûr têkoşiya, destnîşan kir ku reşbîniya ji ber neheqiyê bi xweşbîniya têkoşînê dikare bê têkbirin.

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Efrûyê ya Navneteweyî Kûmî Naîdoo ku li Efrîkaya Başûr di salên 1970'î û 1980'î de li dijî rejîma apartheîd şer kir û piştre li dijî xizaniyê têkoşiya û ji bo parastina mafên mirovan di asta navneteweyî de têkoşîna xwe domand, ji ANF'ê re axivî.

'KIRYARÊN LI TIRKIYEYÊ DIŞIBIN YÊN DEMA APARTHEÎDÊ'

Naîdoo anî ziman ku şêweyê rêveberiya heyî ya li Tirkiyeyê dişibe kiryarên dema apartheîd a li Efrîkaya Başûr û destnîşan kir, ku astengkirina azadiya kombûn, îfade, şermezarkirin û rêxistinbûnê û zextên li çapemeniyê tên kirin dişibin dema apartheîdê.

Der barê astengkirina mafê şermezarkirinê Naîdoo zext û zordariya li Dayikên Şemiyê tên kirin weke mînak destnîşan kir û der barê astengiyên li pêşiya azadiya rêxistinbûnê jî bal kişand ser girtina rêxistinên civakî û rêveberên wan rêxistinan.

'HERÎ ZÊDE WÊREKIYA DAYIKÊN ŞEMIYÊ BANDOR LI MIN KIR'

Kûmî Naîdoo ragihand ku dema li Stenbolê bû bi giranî tevlî têkoşîna Dayikên Şemiyê ya kombûna 762'an bû û herî zêde têkoşîna wan bandor li wî kir. Naîdoo got, "Wêrekiya Dayikên Şemiyê bandor li min kir. Têkoşîna wan a bi salan û bi biryar gelekî bandor li min kir. Windakirina di dema destgîrkirinê de li welatê me jî pêk hat. Hevala min a herî baş Zandî û di heman demê de hevrêyên min ji aliyê polîsan ve hatin kuştin. Ez zanim ku ev yek çiqasî mirovan diêşîne.

Li Efrîkaya Başûr jî mirov hatin windakirin û piştre Komîsyona Rastiyan û Lihevkirinê ava bû. Hevala min a herî baş Zandî ku min niha qala wê kir dema ku hate kuştin 26 salî bû û me nizanîbûn ku cenazeyê wê jî li ku ye. Bi saya komîsyona hate avakirin eşkere bû ku li ku deverê hatiye binaxkirin. Lewma têkoşîna Dayikên Şemiyê ya bi salan gelekî bandor li min kir."

PIRSGIRÊK NE TENÊ YA KURDAN E, YA HER KESÎ YE'

Naîdoo bi bîr xist ku Kurd ji ber ku bi salane daxwaza hebûna xwe dikin li Tirkiyeyê û li derveyî Tirkiyeyê dibin hedefa êrişan û destnîşan kir, ku di Cotmehê de ew çû Sûriyeyê, li wê deverê serdana Kobanê, Reqa û Qamişloyê kir, Kurdên Sûriyeyî bi salan li dijî rejîma Esad ji bo hebûna xwe têkoşiyan.

Naîdoo destnîşan kir ku bi navê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ew li dijî her şêweyên nîjadperestiyê ne û got, "Dema ku li Efrîkaya Başûr rejîma apartheîd a nîjadperest bi dawî bû, hin kesan gotin ku li dinyayê nîjadperestî bi dawî bû. Lê belê rastî ne bi wî rengî bû. Têkoşîna ji bo hebûnê hîn jî didome û Kurd ji bo vê yekê têdikoşin. Bi dîtina min pirsgirêka li Tirkiyeyê ne tenê pirsgirêka Kurdane, pirsgirêka her kesî ye."

Naîdoo diyar kir ku eger tê xwestin civak bê başkirin û bê fêhmkirin ku çi bi serê kê hatiye divê Komîsyona Rastiyan û Lihevkirinê bê avakirin û got, "Ji bo hikumet birînan bipêçe divê destpêkê êşên hatine kirin bibîne û nîqaş bike. Ji bo vê jî Komîsyonên Rastiyan û Lihevkirinê girîng in."

'DIVÊ MIROV HÊVIYÊ TIMÎ BIPARÊZIN'

Kûmî Naîdoo destnîşan kir ku li gorî tecrûbeya xwe divê mirov ti carî bêhêvî nebin û diyar kir, ku reşbîniya ji ber newekheviyê tenê bi xweşbîniya têkoşînê û kombûna li dijî neheqiyê dikare bê têkbirin. Naîdoo bi bîr xist ku li dijî rejîmên nîjadperest û mêtingeriyê li gelek deverên dinyayê têkoşîn hene û destnîşan kir ku ya girîng kombûna di nava van têkoşînan de ye.