'Nabe ku rojnamevan zimanekî cuda hilbijêre, zimanê aştiyê yek e'

Aydin Engîn da xuyakirin, ku di navbera şer û aştiyê de nabe ku rojnamevan weke 'çavdêrekî bêalî' tevbigere û got, "Hilbijartina zimanekî cuda nabe. Zimanê aştiyê yek e."

Aydin Engîn da xuyakirin, ku di navbera şer û aştiyê de nabe ku rojnamevan weke 'çavdêrekî bêalî' tevbigere û got, "Hilbijartina zimanekî cuda nabe. Zimanê aştiyê yek e."

Tirkiye ji ber polîtîkayên tepkarêziyê yên hikûmeta AKP'ê ji nû ve veguherî qada şer. Şerê li Kurdistanê diqewime, li rojavayê welêt vediguhere hêrs û lînçê. Gotinên şer û nîjadperestiyê yên hikûmetê, bi zimanekî sorkirinê bi rêya medya hawiz û navîn, li tevahiya welêt tê belavkirin. 

Aydin Engîn ê ku salên dûr û dirêj li Tirkiyeyê rojnamevanî kiriye, zimanê medyayê û cihê wê yê di şer de ji ANF'ê re nirxand.

'BÊDENGÎ ŞIRÎKATIYA SÛC E'

Rola ji hev cudabûna civakê û dijberbûnê de rola beşek ji medyayê çi ye?

Beşek ji medyayê, afirîner û belavkarê gotina nefretê ye. Yanî yekser şirîkê sûc e. Beşeke din jî çavên xwe li wan gotinan digire û naxwaze bibîne û bibihîze. Li şûna ku teşhîr bike û sûcê heyî bênavber nîşan bide, mîna ku nîne tevdigere. Tevî ku dizanin bêdengî, tinehesibandin hevpariya sûc e jî vê yekê dikin.

'DIVÊ LI CEM AŞTIYÊ CIH BIGIRE'

Ev demeke li welêt şer ji nû ve destpê kir û qedexeyên derketina derve niha di asta komkujiyê de ne. Di vê rewşê de divê rojnamevan li ku bisekinin? Divê zimanekî çawa bi kar bînin?

Divê rojnamevan nesekine. Di navbera şer û aştiyê de rojnamevan ne 'çavdêrekî bêalî' ye. Berevajî divê li cem aştiyê cih bigire û ji kê tê bila were pêwîste li dijî şer derkeve, aliyê dijberiya mirovahiyê yê şer nîşanî xwendevan û temaşekeran bide. Mafê xwe nîne ku di vî warî de zimanekî din hilbijêre. Zimanê aştiyê yek e. Lê belê, li ser navê parastina aştiyê, cihdayîna li çîrokên lehengiyê yên pûç ên ku şer mafdar nîşan dide, kêmasiyeke mezin a rojnamevaniyê ye. Divê em ji bîr nekin, Galîleo gotibû: Çi heyfe ji wî welatî, ji wî gelî re ku pêwîstiyê bi lehengan dibîn.

'PÊWÎSTE EM EQEDEXEYA WEŞANÊ TINE BIHESIBÎNIN'

Qedexeya weşanê ku timî te danîn, dibe sedem ku rojnamevanî di roja îro de bi zehmetî were kirin. Divê çi were kirin?

Rojnamevanî her tim pîşeyekî zehmet e. Desthilatdarî, ji desthilatdariya welêt heta desthilatdariya rêxistinan, hemû desthilatdarî ji medyayê aciz in. Astengkirina medyayê ji bo we weke karekî serketî dibîne. Ji ber ku karê medyayê ew e ku ya li pişt deriyên girtî tê kirin, aşkere bike ye. Divê çi were kirin? Receteya vê nîne. Girîng e qedexeya derketina derve tine bê hesibandin û mirov dayîna berdêlan bidin ber çavên xwe. Pêwîste em ji bîr nekin; qedexe ji bo parçekirinê hene.

'JI DAYÎNA BERDÊLAN NEREVIN'

Li welêt bicihanîna karê rojnamevaniyê weke 'sîxurî yan jî propaganda rêxistina terorê tê hesibandin'. Li gorî we divê rojnamevanek çawa be?

Rojnamevan ew kes e ku xwe ji dayîna berdêlan venagire, ti carî ji bîr nake ku ne tenê ji nivîsa xwe, ji nivîsên ne yên xwe jî berpirsyar e, mafê agahîdayînê dide gel û rastiyan aşkere dike.