NÇR / Ewropa: Divê hemû partiyên siyasî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rabin

NÇR / Ewropayê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê da û got: “Hêz û partiyên siyasî li çar hêlên Kurdistanê divê bi erka xwe ya dîrokî rabin û bibin qelxanek ji bo parastina Kurdistanê.”

Navenda Çandê ya Rojhilatê Kurdistanê / Ewropa (NÇR) têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyaniya NÇR’ê bi vî rengî ye:

“Weke tê zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê dixwaze bi hinceta şerê li dijî PKK’ê Başûrê Kurdistanê dagir bike.

Divê gelê Kurd li çar hêlên Kurdistanê vê rastiyê bizanin; eger dewleta dagirker a Tirk bikeve başûrê Kurdîstanê wê weke li Efrîna dagirkirî têde bimîne û dernekeve. Bi vî rengî wê bi dagirkirinê re, çand û zimanê herêmê jî asîmîle bike.

Em weke Navenda Çanda Rojhilatê Kurdistanê/ Ewropa di serî de bang li PDK û rayedarên Başûrê Kurdistanê dikin ku nekevin nava plana tunekirina gelê Kurd û axa başûrê Kurdistanê radestî dewleta Tirk a faşîst nekin û di dîrokê de rûyê xwe reş nekin. Divê hunermend, nivîskar, rewşenbîr û bi taybet mamostayên olî jî bikevin nav liv û tevgerê, rê li ber vê dagirkerî û hevkariya dagirkeriyê bigirin.

Hêz û partiyên siyasî li çar hêlên Kurdistanê divê bi erka xwe ya dîrokî rabin û bibin qelxanek ji bo parastina Kurdistanê.”