Muzakereyên endamtiya YE-Tirkiyeyê:Mijara polîtîkaya herêmî vebû
Muzakereyên endamtiya YE-Tirkiyeyê:Mijara polîtîkaya herêmî vebû
Muzakereyên endamtiya YE-Tirkiyeyê:Mijara polîtîkaya herêmî vebû
Muzakereyên endamtiya YE-Tirkiyeyê: Mijara polîtîkaya herêmî vebû
Navenda Nûçeya
Wezîrê Karê Derve Ahmet Davutoglu diyar kir ku di çarçoveya muzakereyên endamtiya Tirkiyeyê ya Yektiya Ewropayê re (YE) biryara vekirina sernavê xwe ya 22’emîn a bi ser navê ‘Koordînasyona Amûrên Çêker û Polîtîkayên Herêmî’daye.
Ahmet Davutolgu der barê mijara 22’emîn a ‘Koordînasyona Amûrên Çêker û Polîtîkayên Herêmî’ ya pêvajoya muzakerayên Tirkiyeyê ya bi YE’yê re daxuyaniyekd a û got: “Konseya Karê Giştî ya YE’yê biryara vekirina mijarê daye.
Davutoglu da zanîn ku roja yekşemê bi wezîrê karê derve yên Almanyayê Guîdo Westerwelle re çar caran hevdîtin pêk aniye û got: “Di hevdîtina me saet di 22.30’am de pêk anî de em li ser metnê mutabik man. Di çarçoveya vê metnê de vê sibê jî em bi Nûnertiya Bilind a Polîtîkayên Derve ya YE’yê Catherîna Ashton û komîserê ji berfirehbûnê berpirsyar Stevan Fule re me cuda cuda hevdîtin pêk anîn. Prosedurên din jî ji bo her du aliyan dê di demeke baş de pêk bê.
Davutoglu got ya herîn eve ku mijar bi biyareke ku lê veger nîne bê teyîtkirin û got ji Tirkiyeyê hedefa YE’yê perspektîfa vîzyon a stratejîke. Davutoglu wiha got: “Di vê mijarê de ez spasiyên xwe pêşkêşî Westerwelle dikim. Gelek metn di navbera her dua liyan de çû û hat. Beşeke metnan di Lijneya Wezîran de hat parvekirin. Hollandayê vê sibê di muzakereyên emdamtiya Tirkiyeyê ya YE’yê de teyîda xwe anî ziman û wezîrên karê derve yên Swêd û Îtalyayê jî piştgiriyên mezin danê.
Davutoglu got hêviya wan eve krîz ji bo demek kurt neyê jiyîn û wiha got: “Dema me metn xwend hevoka destpêkê îlankirina vekirina mijarê ya YE’yê bû. Taloq kirin nîne. Mijara 22’emîn vebû, ev mesele hat girtin. Prosedur û civîn di vê hedefê de pêk tên. Em li pêş xwe binêrin.Di vê mijarê de em gelek kêfxweş bûn.
MIJARA POLÎTÎKAYA HERÊMÎ DÊ ÇI BÎNE
Di meha sibatê de Fransayê ji bo vê mijarê nêzîkatiya erênî nîşan dabû. Vekirina vê mijara polîtîkaya herêmî di demeke ku hevdîtinên di navbera Hikûmetê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêk hatibû.
Polîtîkaya herêmî ya YE’yê di esasa xwe de ji bo cudahiyên sosyo-aborî ya navbera herêman dakeve asta herî jêr xebatan dimeşîne. Di vê mijarê de divê Tirkiye mevzuata xwe rast bike.