Muxalîfên Sûriyeyê dê bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê re bicivin

Muxalîfên Sûriyeyê dê bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê re bicivin

Heyeta Konseya Koordînasyona Netewî ku koalîsyona muxalefeta Sûriyeyê ye, ji bo hinek hevdîtinan duh şev hate paytextê Rûsya Moskowayê.

Heyeta Sûriyeyê ya di serokatiya Hesen Abdulzalim, hewildanên ji bo bidawî anîna tundiya li welatê wan û derbarê pêşketinên dawî dê bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re bên cem hev. Muxalifên ku di nav de Serokê PYD’ê Salih Muslum jî heyî, beriya hevdîtina bi Lavrov re çav lê ye ku bi Nûnerê Taybet yê Rojhilata Navîn yê Rûsyayê û Alîkarê Wezîrê Derve Mikhail Bogdanov re hevdîtinê pêkbîne.

Beriya hevdîtinê Abdulazim daxuyaniyek kurt da rojnamevana û bibîrxist ku wana di meha Nîsanê de jî serdana Moskowayê kiribûn, her wiha ragihand ku ew dê dîtinên xwe ji Rûsyayê re ragihînin.

Nûnerên muxalîfên hundir yên Sûriyeyê, Komîteya Koordînasyona Netewî û ji nûnerên Kurd Serokê PYD’ê salih Muslum şeva pêncşemê hatin Moskowayê. Dê heyet bi Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Nûnerê Taybet yê Rojhilata Navîn û Alîkarê Wezîrê Karê Derve Mikhail Bogdano û Parlementerên Dumaya Dewletê re hevdîtinan pêk bînin. Ev hevdîtin beriya vê ji aliyê Wezîr Lavrov ve ji çapemeniyê re hatibû ragihandin.

Li gorî daxuyaniya fermî ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, sedemê bingehîn yê vê serdanê, muzakereyên di navbera komên muxalîf û hikumeta Beşar Esad de berdewam bikin. Endamên muxalefetê di serê meha Mijdarê de piştgirîdayîna bloka koalîsyona nû ya koçberên siyasî ku li Sûriye faliyetan dikin û serhildêran pêk dihat redkiribûn. Nûnerên Komîteya Koordînasyona Netewî ragihandibûn ku, pêwîste di destpêkê de şerê dinavbera alîgirên hikumet û dij hikumetê de bidawî bibe.

Hate ragihandin ku, sedemê serdana muxalîfên Sûriyeyê ya Moskowayê nîşaneya berdewama diyaloga di navbera hinek komên muxalîf yên cûda û hikumeta Sûriyeyê de ye.