Muslum Koyûn hate binçavkirin

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya SGDF'ê Muslum Koyûn di encama serdegirtina malê de ji aliyê polîsên Tirk ve hate binçavkirin.

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Muslum Koyun îro li Eskîşehîrê di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin.

Koyûn ku bi hinceta parvekirinên li ser medyaya dijîtal hate binçavkirin, birin Şaxa TEM’a Midûriyeta Emniyetê ya Eskîşehîrê. 

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Koyûn 9 mehan girtî mabû û di 5’ê Çileyê de hatibû berdan.